Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [beytocan] de;

7. di ekşisözlükê de derheqê camêr dibêjin destê xwe li xwîna yekî gerandiye û rev reva xwudê çûye ewropayê û ji bo were parastin xwe xistiye di bin bask û banê pkkê de.. xêr û guneh di stûyê nivîskarê ekşisözlükê de be.. camêr ji mûzîka xwe bêtir bi ereqxwariya xwe tê nasîn mixabin.. dîsa li gorî gotegot û kurtepistên ji devê jinebiyên li ber dora tenûrê camêr berê di bar û pavyonan de derketibûye ser sehnê û ji alkolîk û ereqxuran re mûzîk û hunera xwe îcra kiriye.. heta li gorî heman çavkaniyan camêr di jiyana xwe ya berê de bi stranbêjên tirk yên erebeskbêj yên wekê selami şahin û orhan gencebay re jî şixuliye.. bêtir bi strana xwe ya bi navê agir ketiye dilê min tê nasîn û zanîn..



06.10.2013 03:37 | endazer