Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemo bi tiliya kul ve namîze] de;

1. biwêjeke kurdî ye ku ji bo kesên bexîl û dexel ku dema kar û xizmeta kesekî dikeve cem wan û eger ji wan bê jî û heta di wî kar û xizmetê de tu zehmet û xusara wan tunebe jî nakin an xwe jê vedidin û vedidizin tê gotin.. ji bo nimûne: filankes ew qas kund û nekes e ku bi tiliya kul ve jî namîze.. mirov dikare di şûn û berdêla biwêja tirkî ya adama günahını vermez yanî gunehê xwe jî nade tu kesîyê de bikar bîne..

wekê din (bnr: ne xwar ne da hevala genî kir avêt newala)

(bnr: gotin pisîkê gûyê te derman e firiya çû ezmana)



06.08.2013 05:02 | endazer