Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yê zane zane yê nizane baqê nîskan e] de;

1. biwêjeke kurdî ye ku ji bo rewş û bûyerên ku ji aliyê hin kesan ve bi awayên din tên zanîn tê gotin..

çîroka vê biwêjê jî ji vê meselê derketiye: dibêjin rojekî yek dest davêje jinekê û direve. jinik dike hawar û gazî, gundî didin dû mêrik. mêrik dibîne ku ji hember ve çend rêwî tên, yên li pê wî, gazî rêwîyan dikin, dibêjin wî bigirin.

mêrik hema ji zevîyê li kêleka rê, baqek nîsk diçine û direve, xwe digihîne rêwîyan. rêwî wî digirin, dipirsin: “law xêr e, çi ye, çima berra te didin?”

mêrik dibêje: “ez di nav zevîyên wan re derbas bûm, min ji xwe re baqek nîsk çinî ku bixwim; hêrs bûne, dibêjin te çima baqek nîskê me biriye, dane dû min. heke min bigirin, ew ê min bikujin.”

li ser vê agahîyê, rêwî zilêm berdidin û yên li dû wî digirin, dibêjin: ma ne şerm e, ji bo baqek nîsk we daye dû vî mêrikî ? qey dilê wî bijîyayê, ma çi bûye, dinya xera bûye?

jinik dibêje: “ yê zane hey zane, yê nizane dibêje qey ji bo baxê nîskan e..''



06.08.2013 07:09 | endazer