Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biaqila malê] de;

25. çavê wê li rekora dijber e.



19.08.2016 23:38 | endazer

23. hej sîmir rûdan û serxweşa j dengê sîmir rûdan dike.

ev tê wê wateyê ku kêm zêde ji mûzîkê fêhm dike, aferîn jê re!

vî çaxî keçên kurd yên ji mûzîkê fêhm bikin tovê wan li ber manûnemanê ye, min ji hevala xwe re carekÎ lînka vê stranê şand, xanimê çi erênî çi neyênÎ qene bersivek jî neda! paşê min go min duh ji te re stranek şand tê bîra te? go erê -sîmirli bir şeydî galÎba- yanî ser guhê xwe re avêjtiye, û bi ser de jî jimin re got; tu çima min dikî kobayê cerbên xwe yên sosyal? wê gavê shorbevan hat bîra min, min go ez jê re bêjim bila bê mehra min û sihûda min bibire û tirşik jî şahid ;)



belkî guhdarÎ kiribe lê dîsa jî min divê vê stranê jê re bikim diyarî;



15.08.2016 03:02 | endazer

18. divê hay ji ewan û gelacên tirşikê yên bi dev dost bi qelb û dilê xwe kafir hebe ;)

nizanim ne ji ber şehweta peyvê ne ji ber kîn û nefreteke şexsî ''bêaqila malê'' dibêjin jê re. ;)



13.08.2016 05:57 | endazer