Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [avestakurd.net] de;

3. malperek ji malperên kurdî ye ku bi kurdî nûçeyên derheqê kurdistan û cîhanê de bi kurdan û kurdistaniyan radigihîne.. xweyê wê dilbixwîn dara ye.. di sala 2012an de hatiye damezrandin û gelek nivîskarên navdar ên kurd ên ji her parçe û devereka kurdistanê di vê malperê de qûnciknivîsiyê dikin.. normal e ku kurdiya wê gelekî di bin tesîra zimanên din de be ji ber ku pirraniya nûçeyên xwe bi wergerandina nûçeyên ajans û rojnameyên cîranan çêdike.. yanî pirraniya nûçeyên xwe ji nûçeyên tirkî û erebî yên di çapemeniya tirk û ereban de belav dibin werdigerînin kurdî û diweşînin..

çendî nûçeyên wê îthal bin jî xet û rêbazeka kurdistanî daye ber xwe û baş xirab birêve diçe.. bi saya têkiliyên xweyê malperê yên bi malbata barzaniyan û hikûmeta herêma kurdistanê re carinan nûçeyên flaş û sansasyonel jî di vê malperê de derdikevin û gelek caran di çapemeniya tirkî de jî ev nÛçe bi navê (bnr: li gorî agahiyên me ji herêmê bidest xistîn) tên weşandin..

ji bo ku hevalên ku xet û polîtîkaya vê malperê wekê dijayetî û dijmanayetiya pkkê binav û pênase dikin bila (bnr: nifşên nû yên kurd yên ku bi dezenformasyonên pkkê mezin bûne)..



07.08.2013 05:15 | endazer