Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rehmet li gora kefendiz] de;

1. dibêjin carekê mirovekî kifin didizî, yanî debara xwe bi diziya kifinên miriyan dikir. Piştî kifindiz mir, heçî rabî û rûnişt got: Nelet li gora kifindiz. Kifindiz kurek hebî, perweste bî got dîya xwe: Erê dayê karê babê min çi bî? Dê got: Lawê min babê te cotyar bî, Kurik rabî çû cot heta nîvro zivirî hat mal got: Dayê babê min ne cotyar bî? Ka bêje karê wî çi bî? Dê got: Lawê min rast e, ne cotyar bî, belê min xwest to ji xwe ra bibî cotyar, heke babê te pale bî. Roja paşî çû bî palê. Camêrekê bi kotekî kire êvar pişfî hat mal; got dîya xwe: Bes min bixapîne, rast bêje min ka karê babê min çi bî? Hey ne bi Xwudê ji êk kopalî pêve ez li keziya stûyê te nadim! Dê hema lê vegerand û got: Dayê qurban hema guhê xwe bide xelkê tê bizanî ka karê babê te çi bî! Baş bizane ev mirovên hinde neleta dibarînin ew li babê te dibarînin! Kurê serê xwe hejand û got: Dêmek babê min kifindiz bî? Dê got: Erê, bi serê te lawê min... Kurê got: De soz bit li ser min ez ji îro pêve welê çêkim, heçî rabit û rûnit bêjit: "Rehme li gora kifindiz." Ew çend demek bî xelik ji dizîna kifnê mirîya tena bibîn, kesê êdî nobedarî li miryên xwe ne digirtin. Kurê kifindiz jî hişyarî kir heta êk mir rabî çû mirî deranî û kifin jêvekir û mirî sernişov dahewand li gorê da û darek kir qûna wî da û hat. Sibehî xweyî mirî çûn ser gorê berê xwe danê mirîyê wan wê bîye teşabet! Êkê ji wan got: "Babo rehme li gora kifindiz." Kifindizê belengaz bes kifin didizîya! Belê ev koçik qulipîyê he mirî dikit teşabet! Vêca ev bî pêgotin çi gava mirovek xirabîyek mezintir ji yê berîya xwe bikit wê bê gotin :"Rehmet li kifindiz!"



07.08.2013 06:16 | endazer