Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seven pounds] de;

3. fîlmeke drama ye, wekê fîlma the the pursuit of happyness di vê fîlmê de jî gabriele muccino derhêner û will smith aktorê sereke yê fîlmê ye. mijara fîlmê; will smith(ben, tim) di rê de li ser dîreksiyonê ji ber ku bi telefonê ve mijûl dibe qeza dike û dibe sebeba mirina heft kesan, jina wî jî di nav de. ew jî ji bo vê toqa naletê ji stûyê xwe derxe, li pey heft kesan dikeve ku bi qenciyê jiyana wan biguherîne û êş û azara wijdana xwe hinekî sivik bike.



li gorî mantiqê gelek seqetiyên fîlmê hene, belê ev ne fîlmeke sci-fi ye ji ber wê nehewce ye mirov li pey seqetiyên mantiqî yê fîlmê bikeve, serlehengê fîlmê wekê miroveke ji gelek mirovên ji rêzê li jiyana rastî aqilê xwe dide aliyekî û bi ya dilê xwe dike û xweliya reş bi serê xwe de dike. amîn.



25.07.2016 03:55 ~04:05 | endazer