Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyana taybet a hz.mihemed] de;

6. heçî nizanibe yê bêje qey pêxember bi yeka salmezin re bizewciya hemû ateîstên bi tohmeta pedofîliyê nêzî pêxember dibin, wê bawerî pê anîbûna û bi dû wî çûbûna.

lêbikolê wê bibÎne ku diya wî, pîrika wî hêj 10-12 salî mêr kiriye, lê wekê ku ji dinyayeke din hatibe, çavê xwe ji rastiyên civaka xwe re digire, xwe li kerrî û nezaniyê datîne. gîsnê 50-60 salî ya di çavê xwe de nabîne, lê derziya 1400 salî ku ew jî bes îdîayek e, dibîne.

ev jî bextreşî û bêsihûdeya me kurdan e, hemû tiştên me kopyayeka qelb ya dagirkeran e, dîndarên me, çepgir û sosyalîstên me, ateîstên me.. nîrê bindestiyê wekê toqa naletê bi stûyê me ve maye. a xirab em hewl nadin xwe jê xilas bikin jî.

ateîstên xelkê quran xitim kirine deh carî lê anîne, ji melayekî baştir bi dînê îslamê û bi gelek dîn û baweiyên din dizanin, ehmeqên me wekê ehmeqên tirk bi pey doxîna pêxember ketine.



01.08.2016 12:14 | endazer