Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ahmed arîf] de;

6. kurê wî filinta önal peykersazeke navdar e û peykerên atatürk çêdike..

min berê jî got niha jî dubare dikim, şairê ku tu eleqeya wî bi kurdîtiyê ve nîne..



14.12.2013 21:22 | endazer

4. şaireke têra xwe serkeftî ye.. serkeftîbûna wî jî ji vê ye; her helbesteka ji ber qelema xwe pekî nedaye ber çapê û belav nekiriye.. helbestên xwe li ber sebra demê hêlaye heta dawerivîn û zenzilîn û paşê yên li ser bêjingê mayîn wek dîwan daye ber çapê û belav kiriye.. gerçî vê paşiyê bi nameyên xwe yên evînê yên ji bo leyla xanimê nivîsandin karîzmaya xwe kiriye pênc pere lê eşq guh nade tu fermanan û tu rê lê naçe.. bi qewlê rênas jiyan hesreteke helbestvan hebû ew jî qûnde bû..

li her derî wekê şairê kurd derbas dibe û tê nasandin lê min ji devê wî bi xwe tu carî nasnameya kurdîtiyê seh nekiriye.. qumaşê şi'rên wî bi kurmanciya gewr in lê qalib û teşe û kirasê ji qumêş fesilî bi tirkî ne..



21.10.2013 19:42 | endazer