Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [daxwaza aşkerekirina vexwarina alkolê] de;

4. Ji ber ku di nav civata xwendeyên ji derve biçekî elît û entelîjaans dixweyin de alkol û tiştên bohem wekê statûyekî tên qebûlkirin. kesên dixwazin tevil vê civatê bibin bi xwe re wekê şertekî dibînin.
gelek caran dema dikevim di nav civatek ji van civatan de û mesele tê ser alkolê û dibêjim ez venaxwim, devê wan şeş gazan ji hev dimîne, wekê ku ez ji dinyayek din hatibim pirsên wekê pirsên oryantalîstan ji min dikin. ya rastî ez jî ji wan şaş dimînim, nifşek di ser wan re, bavê wan, bapîrê wan devê xwe li alkolê nedane, nimêjek ji xwe bernedane. lê dima tu dibêjî ez venaxwim an nimêj dikim, bi çavê "jordehatî"yan li te dinêrin.



29.11.2016 02:46 | endazer