Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taşî xewê] de;

2. li deverinan di şûna vê peyvê de peyvên wekê berexew, çavilxew, xilmaşî jî di heman wateyê de tên bikar anîn.. lê çend ferqên biçûk di neqeba van peyvan de heye..



1- Xilmaş bûn: ew e kû yek berî bi xew ve biçe, hişê wî bi pirranî ne li serê wî ye

2- Taşî xwê: ew e kû yek ji xewê hişyar dibe, lê hişê wî piçekî ne li serê wî ye.

3- Çavlixewbûn: ew e kû yek hişyar e û hişê wî bi temamî li serê wî ye, lê bes piçekî bandora xewê li ser wî heye.



yanî:

Xilmaşbûn: halek e kû berî razanê li meriv peyda dibe.

Taşî xewê: halek e kû piştî razanê li meriv peyda dibe,

Çavlixwewî: halek e kû dibe berî xewê be û dibe piştî xewê be jî,



15.08.2013 21:09 | endazer

1. ji bo kesên ku ji xew hişyar bûye, lê hîn xewa wî tam ji ser çavê wî neçûye tê gotin.. bi tirkî jê re dibêjin uyku sersemi yanî gêjê xewê.. wek nimûne: "kuro, bila bi şev ew zarok tenê neçe mîza xwe neke. Ew taşî xewê radibe, dê serê xwe li dîwar mîwaran xe".



15.08.2013 20:43 | endazer