Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ta ferwerdînek din] de;

2. ji dengê hisên emro helbesta ta ferwerdînek din:



17.08.2013 00:30 | endazer

1. helbesteka şairê kurd ê rehmetî arjen arî ye.. li ber dilê min yek ji berzetirÎn û gewretirîn nimÛneya helbesta kurdî a bakur e.. mirov ji xwendinê jî ji guhdêrînê jî têr nabe û bi serde bi dil jî ketibe îcar..



''TAA FERWERDÎNEK DİN



ramûsanan rêz bikim li gerdena te morî-morî

dûra te himbêz bikim, te...

binêr, ferwerdîn hat û buhurî li min û te û

berê me li payîza umr e

temen buharê de xweş e, evîn di buharê de...



hij te kiribim

şewitîbim li ser te, peritîbim parî-parî

bihêl, sayên xewrevên bela bikin zûrîn

kundokên sewthejar bela bixwînin şevê

gund dihise, bajar dibihîze

daxuyaniya evînê me, li devê derî



pêdikevin çirayên korik

pê re ewan-ewan dertên kolanan rohniyên mirî

dest pê dike kurtepistî, çavnebarî

ketibî ser zimanan tu bi Zînî

û Memê te ez bim heke

şerm meke

veke deriyê dubask

paxila xasxask li min veke

û piştekê bide pişt derî

taa ferwerdînek din

vem-meke!

''



17.08.2013 00:28 | endazer