Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwekujî] de;

5. xwekuştin,xwekujî, bi hemdê xwe û bi destê xwe dawî li jiyana xwe anîn. eslê peyvê bi erebî ye, ji erebî ketiye nav farisî, kurdî û tirkî.. koka peyvê n-h-r (dengê h'yê ji qirikê tê xwendin) ye ew jî tê wateya,bi serjêkirinê kuştina heywanekî.. gelek kes wek întîxar an întîhar dinivîse, lê rastnivîsa peyvê întihar e.. bikaranîneka xelet ya vê peyvê jî ''xweîntiharkirin'' e..

li gorî gelek baweriyan, întîhar yanî xwekujî, yek ji gunehên mezin e û nayê efûkirin..

li gel vê yekê jî çi rêxistinên dînî wekê daiş û çi jî yên sekûler wekê pkkê, bi navên cuda wekê ''çalakiyên fedayî'', ''bombavêjê xwekuj'' ji bo berjewendiyên hizbî, xwe dikujin û dibin sebeba kuştina gelek kesên din jî..

ji bo min çawa mirov bi teqdîra xwudê, xwudê dide, herwiha heq e,bi teqdîra xwudê, bimire jî.. întihar ji ligel aliyê îtîqadî, ji aliyê exlaqî ve jî ne rast e, jiyana ku ne te daye, û emanet e li ser te, çima tê dawî lê bînî?



18.06.2016 04:51 ~05:05 | endazer