Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bû mêvaniya quling û rûvî] de;

1. biwêjek e.. bi qewlê dengbêj fadilê cizîrî û heyran jaro ji bo kesên ku ''bi dev dost in, bi qelb û dilê xwe kafir in'' tê gotin.. yanî hevalî û dostaniya wan ne ji dil e û li ser xêr û berjewendiya wan e..

''Binyata vê gotinê dibêjin carekê quling û rûvî bîn dostên êk. Rojekê rûvî got qulingî: Mal ava em hevqas dostên êkin êkê ji me her duka carekê dostê xwe ne bir li ba xwe bi mêvanî!Vêca sibehê me firavînek xweş heye divîya to keremkî mala me firavînê. Quling got: Li ser çava. Roja paşî quling çû li ba rûvî. Nîvro firavîn anî. Belê firavîn çi firavîne! Hewdelek rûhin bi kotekî xwe li firaxa -amana- kûr da digrit! Rûvî ew hewdel vala kir li ser berekê hulî û serjêr û gote qulingî: Keremke dostê hêja firavîna xwe bixwe, du car niklê xwe li wê tehta hişik û hola da mejî lê reş bî, serî lê arha, xwe da paş. Rûvî got: De ka bixwe, te nexwar? Quling got: Ma ez ê şerm bikim? Min têr xwar û min gelek xwar. Rûvî her carekê wê ezmanê xwe li bin bidit wê mirçênî ji devê xwe bînit û wê bêjit: Heh pa ev hewdela he xweş e û ji xwe da diçit xwarê! Bi vî awayî heta hewdela xwe xilaskir, dev û lêvên xwe jî alistin. Quling got: Firavkna sibe li ba me ye. Rûvî got: Li ser çava. Roja paştir rûvî çû li ser firavînê. Quling firavîn anî, belê pa çawa anî? Kulmek- mistek- noka wê berdane li binê meqewrk-kulindokê avê- gewrî dirêj da û danî li navbeyna xwe û rûvî da û gotê: Keremke mam rûvî. Rûvî hindî hat û çû devê wî negiha binê meqewr livek noka jê derînit û tam bikit. Quling her car wê niklê xwe binê meqewr bidit wê livek nok jê derxit û bêjit;" pa çawan e tama wan noka pa ne gelek xweş in?" Rûvî her neqil wê milê xwe bihejînit. Vêca ev gotina he tê gotin gava du mirov bi serve serve dostên êk bin, belê her êk li ber ya xwe bit û agah ji dostê xwe nebit wê bê gotin dostahîya wan " bi mêvanîya quling û rûvî."



17.08.2013 06:04 | endazer