Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serokê şantiyê] de;

4. site manager dibêjin bi îngîlîzî. bi kurt û kurmancî dîkê mihelê ;) niha li du cihan wekê şefê şantiyeyê xuya dikim. li cihekî li ser kaxezê û li cihekî jî di pratîkê de. dema şefê şantiyeyê tê gotin wek ji wan her sê peyamên berî vê peyamê jî xuya dike bi piranî avahî û înşaat tê bîra mirovan,
çi fîzîkî û çi mental kareke giran û bistres û biteşqele ye. berpirsiyariya wê giran e. herkes nikare ji heq de bê, divê hem şixulkeran razî bikî, hem petron û eger hebe hem jî xwediyê kar.
saetên mesaiyê ne diyarkirî ne, gelek caran kar tînî heta nav nivînan jî. çi qas jêhatî bî jî, kes wesfê te nade, lê ku tu xwe carekî şaş bikî, xwudê ji te stand, heta hetayê wê ew deq bi te ve bimîne. divê di navbera xwe Û şixulkeran de balanseke nazik deynî. ne bibî yek ji wan û ne jî xwe ji wan dûr bidî. û divê pişta petron û miştêrî yanî xwediyê kar jî ji xwe rast bikî.
werhasil divê xweş bileyîzî carina dema ji dûr û ji derve ve li xwe dinêrim li xwe dimînim heyîrî!



01.05.2017 23:03 | endazer