Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simurg56] de;

130. di vê (bnr:steakhouse/95572) peyama wî de gelek şaşiyên rêziman û rastnivîsê hene. mirov dibêje qey peyama xwe çawa nivîsiye wisa şandiye bêyî ku çavekî lê bigerîne ka kêmasî û şaşî tê de hene an na. û kurmanciya wî jÎ biçekî tehma wergêrên ji tirkî jê tê. wekê ku ne di nav malê de, lê paşê ji pirtûk û kursên zimên hînî kurmancî bibe.



20.11.2016 20:30 ~20:31 | endazer

128. Bûye qurbanê pergala tirşikê, gava dî piştî xwendina peyama wî ya li jêr mijara bezoar min xwest çepikekî bidimê lê bi xeletî destê min li bişkoja reşikê ket, min xwest bi çepikekî xeletiya xwe telafî bikim lê pergala tirşikê bi tirane ji min re dibêje te ji xwe deng daye vê peyamê, tu li pey çi yî??

bi kêfxweşî û bi heyranî û bi mereq peyamên wî yên tematîk yên li ser bijîşkiyê dixwînim, êdî gelek nexweşiyên xwe li malê bi xwe derman dikim. belkî sibero klînîkekî vekim, belkî navê simurg56 lê bikim ;)



28.07.2016 12:55 | endazer

98. li jêr mijara pêşmergeyên rojavayê kurdistanê, bnra vê; /76131 peyama xwe daye, di wê peyama xwe de ji devê ''şervaneke biyanî yê ypgê'' ji bo pêşmergeyan dibêje; "ew leşkerên bi peretî ne û ji bo berjewendiyên malbata barzanî kar dikin. ji ber ku bi peretî şer dikin, ji şengalê reviyan. jinên di nav wan de tenê ji bo şovê ye. lê ypg ne wisa ye.." û hwd.



gelo ew jî li ser wê fikr û baweriya wî kerê biyanî ye?



17.09.2015 23:43 | endazer

96. (bnr: axayê gundê vala) *



16.09.2015 22:33 | endazer

87. piştî aloziya vê taliyê ya di tirşijê de dtirsim ew jî wekê ssgyê xweyê eksisozlukê dev ji her tiştî berde û mala xwe bar bike here amerîkayê, lê di vî halî de tirşikê bifiroşe bawer nakim heqê bilêta wî jî derkeve, mala bavê feqîrî û bêdewletbûnê bişewite..



09.05.2015 00:52 | endazer

78. (bnr: sempatîzanên pkkê yên şermok)



14.04.2015 23:23 | endazer

44. biçekÎ dî em bi ser de herin ditirsim ji asta sempatîzaniyê bigihije asta mîlîtaniyê.. û her sibeh tirşikê bi strana bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me veke.. *



nivîskar û ceo û xwediyê tirşikê ye, nizanim ajansa anadoluyê ji bo hevpeyvînê xwe gihandê an na? *



23.05.2014 19:37 | endazer

41. di warê analojiyê de ji devlet bahçelÎ jî jêhatîtir e..



yê ku hej kevçîkirina xwarina tirşikê nake endazer e

yê ku hej tirşikandina di ferhenga tirşikê de dike endazer e



nexwe ligel hemû sûc û guneh û qibhet û qisûr û xeletiyên xwe pkk jî û akp jî meşrû ye, ji ber ku bêalternatîf in, ji lewma xelk hej herdu hêz û hizban jî dike, ji lewma baweriya xelkê bi wan tê..



ew çi muqayese, û ew çi muhakeme ye xwudêoo çawa min xwend ez ji herdu çavê xwe kor bûm.. *



23.05.2014 05:33 | endazer

29. nivîskareke pordirêj e..

min digo qey niha nîvê pora wî weriyaye lê bi qasê ku ji peyama wî ya nimre mazlumozdogan/32324 dixweye yekî pordirêj e..



24.03.2014 20:10 | endazer

23. hem ji dêrê û hem ji mizgeftê bûye..

gû xwarin biwêjeke ku ji bo kesên tiştên nerast dibêje û bi qûna xwe diştexile tê gotin.. wek;

- min hûn azad kirin, min hûn ji destê qewadên feodal yên dewletê xilas kirin..

- te gûyê kerê xwar..



14.02.2014 23:36 | endazer

12. dixwaze tirşikê bike ferhenga termên bijîşkî..

dewla serê wî êdî her kurd wê bikaribe bi hêsanî prospektûsa dermanên dê û dapîrên xwe jê re bixwîne û rave bike û bêje ev dermanê tê bixwî/dixwî dermanê filan nexweşiyê ye û bi kêrî filan tiştî tê..

li gorî min divê van nivîsên xwe yên li ser termînolojiya bijîşkiyê li pirtûkekî an li ferhengekî de kom bike û çap bike.. gotin diçe û tirşik tê xwarin lê ferheg heta ku sezarek rêya xwe pê nexe her daîm dimîne..



23.09.2013 21:20 | endazer

4. camêr wekê çakûyên swêdê ye.. bi kêrî her tiştî tê û bi her karekî ve radibe.. meqes, kêr, badek, mûçinik, birrek, tevşo.. yanî bijîşkî, malpersazî, moderatorî, wergerî, nivîskarî nizanim çi û ne çi.. axirê ji bo her neteweyekî bindest lazim e.. *



24.06.2013 23:19 | endazer