Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brusk zanganeh] de;

3. hevpeyvîneka ku nivîskar û rojnamegerê kurd seyîdxan kurij ji bo rojnameya rojane rûdawê bi brûsk zengene re li ser jiyana wî û mûzîka klasîk û mûzÎka gelêrî ya kurdî çêkiriye ez ê li vir jî tomar bikim rûdaw tê û diçe û lê tirşik her li vir e..

''Te kengî û çawa dest bi muzîkê kir?



Di 7 saliya xwe de min dest bi muzîke û viyolîne kir. Ez di dibistanê de diçûm dersa muzîkê û min li Swêdê heta dehsaliya xwe perwedeya kemanê dît. Min di 15 saliya xwe de biryar da ku ezê êdî ji vir û pêda bi awayekî profesyonel bi muzîkê mijûl bibim û min jiyana xwe li ser vê esasê domand.

Tu di şertên çawa de, di bin tesîra kultûrêke çawa de mezin buyi?



Ji ber ku ez li Ewropayê ji dayik bûm û çanda wê derê jî bi giranî muzîka klasîk bala min kîşand, ez li ser rawestiyam. Min gellek dema xwe da muzîka klasîk, ji ber ku tu çiqasî li ser muzîka klasîk bisekinî, tuyê ewqasî pêş bikevî. Armanca min jî ew bû ku ez di muzîka klasîk de bi awayeki profesyonel bi pêş bikevim. Ez bi taybetî jî muzîka kurdî guhdar dikim, bi taybetî Muşteba Mîrzadeh, Kamkaran, Hesen Zîrek û dengbêjên Bakur.



Di navbera dengbejiyê û muzîka klasîk de çi pêwendî heye?



Di nav muzîk û çanda kurdî de cihê dengbêjiyê pirr girîng e. Wek hûn jî dizanin, li Ewropayê tesîra folklorê pirr e li ser muzikê. Wek nimûneyên baş, Bela Bartok senfoniya xwe li ser folklora hûngarî nivîsandiya. Her wisa Mozart, Prokofieff, Stravinsky û Khatchaturiyan û yên din ji bo senfoniyên xwe folklor bikaranîne. Em jî dikarin ji bo dewlemendkirin û modernîzekirina muzîka xwe, folklora xwe û muzîka xwe ya kevnar bikarbînin.

Ez bawer dikim ku Kurd divê li ser folklor û dengbejiyê pirr lêbikolin, da ku di pêşerojê de li ser wan materiyalan bingeheke akademîk ji bo muzîka kurdî ava bikin.



Li cem Kurdan cihê muzîka klasîk çi ye?



Piştî wan 4 konserên ku me li Amedê peşkeş kirin, ez pirr kêfxweş bûm ku gelê Amedê pirr baş guhdarî konserên me kirin. Belkî niha muzîka klasîk li Kurdistanê kem ê, le ez bawer dikim ku di pêşêrojê de wê cihê muzîka klasîk li Kurdistanê baştir be û zarokên ku li ser muzîka klasîk kar bikin wê zêdetir bin. Ez hêvîdar im ku em bikaribin li ser muzîka kurdi ya klasîk bixebitin û hewl bidin ku bi şewekî akademîk pêşbikevin



Çi plan û projeyên we ji bo pêşerojê hene?



Beriya heyvekê me 4 konser li Amedê dan û me ders da 30 xwendekarên Konservatuara Aram Tigran. Ez hîvîdar im ku ez bikarim li pêşerojê de projeke wisa û baştir li Amedê berdewam bikim.''



20.08.2013 20:47 | endazer

2. di meha gulanê ya îsal de tevî zhdk stringsê yanî orkestraya odeya zûrîhê bi ser xwestin û vexwendina konservatûara aramê tîgran ya li amedê di bin banê navenda çand û hunerê ya cegerxwînê de qurs û perwerdeya mûzîkê dide qursiyer û xwendekarên xwe brûsk zengene jî bi kemana xwe ve tevî orkestraya odeya zûrîhê li cihên mûxtelîf yên amedê 4 konsert durist kirin.. di ber konsertan re de eleqe û hejêkirina xelkê amedê ji bo brûsk hêjayî behskirinê bû.. brûsk jî bi jenîna strana ay dilberê û sirûda neteweyî ya kurdistanê ey reqîb bersiva hejêkirin û eleqeya xelkê da..



20.08.2013 20:44 | endazer

1. vîyolonîstê kurd yê ku bi eslê xwe ji rojhilate kurdistanê ye.. ''di sala 1986an de li göterborga bajarê swêdê xwudê daye di heft saliya xwe de dest bi xebata viyolînê kiriye. Piştî ku di 12 saliya xwe de bi orkestraya senfoniyê soloya xwe ya yekem çêkir, Brusk hem wek muzîsyenê odeyê hem ji weke solîst li tevahiya Ewropayê derketiye tûrneyan. Brusk beşdarî gellek bernameyên TV û radyoyan bûye û gellek CDyên wî hene.

Wî lîsansa xwe li University of Arts in Gothenburg, Sweden, mastera xwe jî li Royal Universtity of the Arts in Stockholm û pisporiya xwe jî di warê solîstiyê de ji University of the Arts in Zurich standiye.

Brusk niha li Swîsreyê alîkariya profesor Rudolf Koelman dike û di heman demê li zanîngeha Gothenburgê ya Swêdê mamoste ye. Prof. Rudolf Koelman ji bo Brusk hîsên xwe wiha tîne ziman: "Brusk yek ji xwendekarên min ê herî baş e. Ji ber teknîka wî ya pirr baş û zewqa wî ya muzîkê ya bilind, ew xwediyê wê behreyê ye ku bikare hestên kûr û kêliyên ku nayên jibîrkirin bi guhdarên xwe bide jiyandin. Min kêfeke mezin ji xebata bi Brusk re ya çar salên borî wergirt û ez wî weke viyolînjen, muzîkjenê odeyê, mamoste û hempîseyekî bêhempa dibînim."



Bruskê ku konserteke prîvat peşkeşî kral û kralîçeya Swedê kir û herwiya pêşkeşî kralîçeya Holendayê jî, heta niha ev xelatên jêrîn stendine:



- Xelata yekemîn ya Ingrid, Per Welins



- Xelata Guido Vecchi



- Xelata Gustav Holmgrens



- Xelata Zanîngeha Muzîka ya Gothenburgê ya Viyolînjenên herî behremend



- Di Pêşbirka Muzîka Odeyê de Xelata Yekemîniye ya Weqfa Willinska



- Pêşbirka Muzîkê Ya Yamaha



- Bûrsa Sandrews



20.08.2013 20:35 | endazer