Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsên bêbersiv] de;

10. hemû jê ne bêbersiv in bersiva hinekan heye..

erê ji nivîskarên tirşikê zêdetir xwendekar û xwendevanên wê hene - bi zanebûn xwendekarê jî bikar tînim ji ber tirşik mektebe û medreseye jî- ji xwe dema mirov mijarekÎ vedike, dinêre di nav saetekÎ de 30-40 carî hatiye dîtin lê nivîskarên bi tirşikê ve girêdayî, pênc şeş kes tê hene an nîn in..

û ev jî heye hin nivîskar jî bêyî ku bikevin tirşikê de anku bêyî ku bibin girêdayî tirşikê dişopÎnin..



26.06.2014 22:05 | endazer

6. pirsa ku stranbêjê tirk mehmet güreli ji devê şairê ecem omer xeyam di stirana xwe ya bi navê kimse bilmez de dipirse.. belê ''bu yıldızlı gökler ne zaman başladı dönmeye'' yanî ''ev ezmanên têrstêrk ji kengî ve dizîzikin'' kes nizane helbet kes nizane.. belê wek ku ji vê peyama min jî dixweye û mirov jê têdigihe pirsên bêbersiv nîn in erênî an neyênî bersiva her pirsekî heye pirsên ku bersivên wan nayên zanîn an pirsên bêbersiv hatîn hiştin hene..



21.08.2013 00:10 | endazer