Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meşk] de;

1. eyarê bizinan ya ku tê de mast dikilînin an dikeyîn an kil dikin û jê dew û nivîşk û rûn çêdikin.. wekê din jê re dewkil û nehêre an nihêre û sirsûm jî tê gotin.. nehêre ne ji eyarê bizinan lê ji dep û daran tê çêkirin.. bi qasê ku ez zanim pêşiyê mastê xwe dikin di meşkê de paşê bi qasê 40-50 deqeyan bi ser hev û bêyî navber meşkê xwe dikeyînin heta ku rûn bi ser mêst bikeve.. ji wî rûnê bi ser mêst ketî re dibêjin nivîşk û paşê nivîşkê bi ser mastî ketî jî dihelînin û kefa bi ser nivîşk ketî davêjin û jê rûn çêdikin.. di ber keyandina meşkî re gelek gotin û mamik û stran dihatin gotin.. lê mixabin ji ber ku edeta keyandina meşkê di nav kurdan de radibe ev gotin û stranên di ber keyandinê re dihatin gotin jî biço biço ber bi windabûn û jibîrçûnê ve diçin..

çendek ji wan gotinên ku li ber keyandin û kilkirina meşkî ve dihatin gotin:

'' Kul û kul û kul meşkê, kanî rûnê vê meşkê?''

'' Kil kil kil meşkê, hestîyê kevaniyê bişikê; nade min rûn û hevrîskê.''

'' KIL, kil meşkê dew çênabe, mala sofî xera be.''



21.08.2013 14:14 | endazer