Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kamuran alî bedirxan] de;

21. Li ser jiyanê kesekî xwudênenas bûye lê xwestiye Quranê wergerîne kurdî çend cuz jê wergerandine lê nekariye bibe serî. Kendal nezan dibêje demekî min jê pirsî ezbenî bi qasê ez dizanim tu kesekî xwudênenas î çima te xwest tu Quranê wergerînî? ew jî dibêje min xwestiye Kurd bi zimanê xwe Quranê bixwînin û jê fêm bikin.
Sînemxan Bedirxan ku biraziya wî ye dibêje mamê min Kamuran beriya bimire ez li ber serê wî bûm û ji min xwestiye ku jê re şehdê bidim.
di Îslamê de li gorî riwayetan Muhemed pêxember gelek zêde li ber mamê xwe ebû Talib ketiye ku bêyî ku şehdê bînê miriye.
dema min bihîst beriya bimire Kamuran Bedirxan şehde aniye kêfa min gelekî hat. heyfa yekî wekê Kamuran ku li vê dinyayê gelek tehb dîtiye li wê dinyayê jî li cem xwudê stûxwar û şermezar be.



17.05.2020 23:06 | endazer

14. alî ne navê ''elî'' ye bi erebî û bi osmanî alî tê wateya malbat, êl, eşîr.. yanî wate ji kamuran alÎ bedirxan kamuranê ji malbata bedirxaniyan e.. min berê mijar kamuran elî bedirxan vekiribû, niha min serast kir..



26.04.2015 04:40 | endazer

11. sih û pênc sal berê duh li parîsê çûye ber rehma xwudê.
generalê siyaset û dîplomasî û ziman û edebiyata kurdî bû. çendî zana Û jîr û jêhatî be ew çend jî nefsbiçûk û dilnizm bû.. min di bernameyeka ku ji bo bîranîna wî hatibû çêkirin de ji devê hevalê wî kendal nezan bihîst.. kendal nezan digot berî mirina wî çend mehekî min jê re got mîrê min bîranînên xwe binivîse da ku rêya nifşên nû yên li ser doza kurdistanê dimeşin rewşen û ronî bike, mîr kamuran jê re dibêje min emrê xwe di ber vê dozê de serf kir, lê têrê nekir. û lê zêde dike û dibêje bîranînên min nehêjayî nivîsandinê ne..
û ji bo ku gora wî nebe ziyaret jî cinazê xwe hê di saxiya xwe de ji bo nexweşxaneyeka Parîsê dibexşîne û tişta mayî jî dibêje bila bişewitînin.



05.12.2013 02:33 ~2020.05.17 22:55 | endazer

4. nameya nivîskar û helbestvan û rewşenbîrê tirk nazım himet ya di sala 1961an de ji bo kamûran elÎ bedirxan nivîsandî: Here lînkê



21.08.2013 15:00 ~2020.05.17 22:51 | endazer

3. xwediya helbesta kulÎkên ezêb e.. ku kengî ez bixwînim an ji dengê temo guhdarî bikim ez pê diêşim û li ber lawînî û xweşmêrî û camêriya kamûran elî bedirxan dikevim..

''ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

evîna te kûr e, hêviya dinê



birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



maça şêrîn; ko lêva te bi min da

ez birîndar kirim û bi min ve da



çira dişewite; zimanekî zêr

her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



bo tihniya dilî; lêva te kanî

ji xewna çavê re; te sorgul anî



dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

havîna min bê sih, rêlên min bê dar



mehfûra mirinê min bi ken raçand

jînê ez xapandim, min kes ne xapand''



http://www.dailymotion.com/video/xe0k8l_temo-kulilken-ezeb_music#.UWhgH0pHDbE



21.08.2013 14:57 | endazer

2. berhemên wî:

Langue kurde, Paris, 1953

Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971

Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986

Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)

Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)

Kolay Kürtçe – Pîrtûka dersê, Weşanên Doz

Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938

Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938



21.08.2013 14:52 | endazer

1. Kamiran Alî Bedir-Xan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûtê rojnameyên roja nû û stêr derxistin.
Kamiran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamiran Bedir-Xanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.
Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşanên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşana radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.
Kamiran Alî Bedir-Xan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran.
Kamiran Alî Bedir-Xan sala 1971 serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî siyasî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata siyasî da Kurdên Lubnanê.



21.08.2013 14:50 ~2020.05.17 22:49 | endazer