Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengê meleyan] de;

4. kalîteya pergala dengî dema ne baş be, tişta ku mirov guhdarî dike çi qas xweş jî be, guhê mirov diêşîne, mirov pê aciz dibe, mixabin pergala dengî (hoparlor) ya gelek mizgeftan berbad e, ji ber wê kesên nêzikî van mzgeftan rûdinin dîndar ne dîndar jê aciz dibin..

lê dev û zimanê mirov carina lê dibe bela, di gelek tiştan de çi qasî mirov mafdar jî be ji ber zimanê xwe yê tehl û kirêt, mafdarî feyde nake, dibe cihê bertekan.

ya min jî ez gelekî ji diholjenên paşîvê aciz im, ligel ku radibim paşîvê û rojî digirim, lê dîsa jî dema dengê diholê tê min, agir ji binê lingê min diçe, ditirsim rojekî nekarim bi xwe û ji pencerê sîtilek ava kelijî bi ser diholjenê taxê de ro bikim..



20.06.2016 23:54 | endazer