Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kirîvê] de;

4. min îro ji dengê aşiq selîmê cizîrê jî guhdarî kir, di vê versiyonê de jî keçik êzidî ye û kurik misilman e, ya rastî kî dil ketibe kî, ji min re ferq nake, lê mixabin ew esabiyeta berê ya êzdayetî û misilmanetiyê zû bi zû naşike, ji ber ku li gorî herdu baweriyan jî nemeşrû ye keç û kurên êzidî û misilman dil bikevin hevdu, hej hevdu bikin û bi hev re bizewicin, stranbêjên herdu aliyan dema strana vê serpêhatiyê gotine ji cem xwe ve ji bo ''gunehê vê evîna ne meşrû'' biçekî nerm bikin, nasnameya ''aliyê xwe'' didin aliyê ku dil dikevê aiyê din



aşiq selîm cizîrî - kirîvê;





têbinî; min bi xeletî lînka straneka din dabû, min ew sererast kir.



14.07.2016 12:21 ~21:17 | endazer

1. straneka gelêrî ye. behsa çîroka evindariya di navbera xorteke misilman û keçeke êzidî de dike. min tenê ji dengê şivan perwer guhdarî kiriye. wekê dî kî dibêje nizanim, min hay jê nîne.

gava dî li ser youtubeê li jêr vîdeoklîba vê stranê liqay çend şiroveyên sixêvker yên êzidiyan hatim. devê min şeş gazan jev ma. dijûnên kesanedî dikin şivan çima ku ev strana ku li gorî stranê keça êzidî dil ketiye xorteke misilman gotiye.

tişta ku mereq dikim ev kabirayên êzidî ji bo stran û serpêhatiya derwêşê evdî çi difikirin?

ji dengê şivan kirîvê:



25.06.2016 04:35 ~04:38 | endazer