Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [umut sarıkaya] de;

3. ev karîkatûra wî zehf kêfa min jê re tê; Here lînkê

(ji bo wêne mezin bibe pêl ''View Image In New Tab'' (wêneyî di rûpeleke nû de bibîne) bike ;)



02.08.2016 21:40 ~21:43 | endazer

1. karîkatûrîsteke tirk e, sala 1980an li navçeya dîvrîgî ya sêwasê xwudê daye, endazyariya keştîvaniya xwendiye, di ber xwendina xwe ya zanîneghê re kovara lemanê nas dike, bi qewlê wî, bi karîkatûrên cem yılmaz dihewise karîkatûran û bi xwe jî di kovara lemanê de dest bi çêkirina karîkatûran dike, pişt re, karîkatûrên wî di kovarên uykusuz û penguenê de derdikevin, taliyê dev ji penguenê jî beride û bi xwe kovareke bi navê naber derdixe. ez ne xelet bim ev kovar jî derdikeve.

mirov bi karîkatûrên wî ji kena nabehice an zikûpişto nabe, lê di di mîzaha xwe de hûrgiliyên pêkenî yên jiyana rojane û teswîra kes û karên li derûdora mirov ku mirov xwe bi xwe bi ser ve nabe, xweş karîkatûrîze dike.



28.06.2016 21:43 | endazer