1. yek jifîlmên min ên favorî ye
fîlmeka alman e, sala 2004an bi derhêneriya derhênerê awusturyayî hans weingartner hatiye kişandin. di fîlmê de lîstikvanên navdar yên wekê daniel brühl, julia jentsch, stipe erceg û burghart klaußner dileyîzin. sê heval bi navê ''the edukators'' (perwerdekar) komekî ava dikin, û bi şêv dizîka dikevin mala dewlemendan, cihê têkberên malê diguherînin û bi vî awayî dixwazin peyama guherandina sîstema kapîtalîst bidin xwediyê malê. di fîlmê de julia jentsch gelekî şirîn û delalî ye. daniel brühl wekê rola xwe ya di fîlma good bye lenin de dîsa tê bêjî qey hemû barê dinyayê li ser milê wî ye, hêmin û jixwebawer e.
stranên soundtracka fîlmê jî gelekî xweş û hêja ne, bi taybet jî ji dev û lêvên şekirîn ê jeff buckley hallelujah mirov ji kêfan mest û serxweş dike.;
vîdyoyê veke
|