Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zootopia] de;

2. di tehma fablên la fontaine de ye anîmasyon, bi navê zoopolîs bajarek heye, li wir, li ser kaxezê hemû heywanên kedî, kûvî, hov bi hev re di nav xweşî û aramiyê de dijîn. lê ya rastî ligel hemû qanûnên erênî û wekhevparêz, pirsgirêk hene, kêvroşkek dixwaze bi wê qama xwe ya biçûk bibe polîs û li vê ûtopyayê kar bike, ligel hemû astengî û zehmetiyan ji akademiyê bi dereceya yekê mezûn dibe, lê bela û pirsgirêk jê xilas nabin, ew jî ji hêvî û daxwazên xwe nayê xwar.



dema min darî fîlmê kirî zêde ne li ser hemdê xwe bûm ango tehma devê min ne xweş bû, ji ber wê gelek detayên fîlmê bi min nexweş hatin. mesajên fîlmê zêde sere sere bûn, tê de zêde mîzah û komedî nebû, îma û qerîneya di sekansa mîya alîkarê şaredarê zoopolîsê û memûrên zexel yên daîreya dewletê kenê min anî û hew.



21.07.2016 00:46 | endazer