Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gabo] de;

3. di rûdawê de nûçeya Here lînkê wê derketiye. di nûçeyê de xala herî balkêş motîvasyona cahîtê xweyê restorantê ye ku bi ber vekirina vê restorantê dehf daye. dibêje pisîkeka min heye, ez gelek hejê dikim, rojekî ez fikirim, min ji xwe re got eger di çanda me de hebûya -wekê xelkê asyaya dûr- me yê ev pisîk jî serjê kiriba û goştê wê xwariba, bi carekî dilê min ji goşt reş bû û ez bûm vejeteryan. û virrrr!
pisîka ku behsê dike jî filfil d'qûnê de ye, carekî ez û çend heval li vir rûniştibûn, di destê hevalekî de jî bûkikek hebû, çawa çêbû nizanim ji nişkê ve xwe qevast ser, bûkik jê stand, û çû li quncikekî xwe gêr kir. yanî eger serlehengê teoriya werarê ne em lê ev pisîk û eşîra wê bûya niha kitnemîn li nav nijada me mirovan rast kiribû.



15.12.2016 01:55 | endazer

1. li amedê, li semta ofîsê(bajarê nû) cihê xwarin û vexwarinên vegan û vejeteryan e. ciheke sade û xweş xuya dike, buhayê xwarin û vexwarinên wê normal e, ne erzan, ne buha ye, navê xwe ji bernavkê nivîskarê rehmetî gabriel garcia marquez distîne. reng û rûyê xwediyên cafeyê bi ser yê wanî û colemêrgiyan ve diçe. mûzîkên lê didin mirov gêj û sewsî dike, miştêriyên cafeyê biçekî dişibin hippiyan *



21.07.2016 01:07 ~01:09 | endazer