Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pelandin] de;

3. bi wateya mistdan, firkandinê jî bi kar tê.

tava sibê dipelîne pişta min, yanî tava sibhê pşta min difirkîne ango mist dide.



22.07.2016 21:32 | endazer

1. kul û derdê [mijdar] bû min xwest jê re bibim derman.

pelandin, lêgerîn, lêkolîn, saxtîkirin, kontrolkirin, bi destê xwe saxtîkirina tiştekÎ bê ka ew tişt heye an nîne. wek;

- bi çavê girtî destê xwe li rûyê min peland, lê ez nas nekirim



li gorî husein muhammed eslê vê peyvê lepandin e;



''Carinan versiyonek ji peyvê nemaye lê ew di hin peyvên ji wê çêkirî de diyar e. Bo nimûne ”lep” di kurdî de bi maneya ”destên mirovan” yan jî ”dest û piyên heywanan” e. Lê ”dest kirin” bi kurdî ne ”*lepandin” lê ”pelandin” e. Pêşî ”*lepandin” ji ”lep-andin” hatiye çêkirin. Paşî bi metatezê ”pelandin” jê peyda bûye û taliyê ”*lepandin” êdî qet nemaye. ''



22.07.2016 21:08 | endazer