Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevên havînê] de;

4. cihê şevên kanûnan ya ji dengê miço kendeş nagire. *



henek li aliyekî dema ez zarok, min hîç hej şevên havînê nedikir, lê rojên havînê ji bo min wekê eydê bû. ji ber ku bi roj ez sibehê derdiketim heta êvarî li kolanê bûm, ji xwe re digeram, dileyîstim, li kû erdeka xwudê avek hebe ez diçûm gul û kulîlkên li dora avê hişîn bûyîn min hildikirin û dianîn di nav baxçê xwe yê bçûk de dîsa diçand -mixabin gelek caran diçilmisîn- dema dibû êvar, ew kêfa min nedima, ji ber ku gelek caran şîv ne bi dilê min bû, an şebeş û penîr bû an jî meyîr bû, û min hej yekî jî nedikir, piştî şîvê jî birayê min dipirsî ka te sparteka xwe çêkiriye an na, eger min gotibûya na, yê gotibûya here çêke, eger erê, yê gotibûya here raze nexwe, ji tirsa wî min xwe dixsit nav cihan de lê xewa min nedihat, ji ber wê gelek caran ji bo ji min re nebêje here raze, mn digo sparteka min heye, min pirtûkeka dersê dikir destê xwe de û bi dizîka darî televîzyonê dikir.



23.07.2016 23:46 ~23:46 | endazer