Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mitirb] de;

8. ji mitirbên li nisêbînê dijîn re, dom dibêjin,yanî ez welê dizanim..

vê taliyê derhênerekî kurd ê bi navê halil aygün li ser jiyanaa doman belge-fîlmek çêkiribû û ez ne xelet bim ji gelek festîvalan xelat jî wergirtibû..

xelkeke bi serê xwe ye û bi navê domanî zimanekê wan heye..

berî du sê salan ez û çend hevalên xwe em çûbûn ava spî, ya li nisêbînê seyranê, axirê li ser rêya vegerê di rê de kemençejenkî destê xwe li me hejand em lê sekinîn û li erebeyê siwar bû, di sohbeta me ya hingî de min zanî ku xelkeke bi serê xwe ne û zimaneke wan ê cuda û bi serê xwe heye û ji aliyê kurdan ve tûşî gelek tade û eziyet û êdinkirinê hatine..

yanî fêm kir ku tu herî kû der û devera dinyayê her pîramîdek heye û tê de her bindestek heye..



04.03.2014 17:57 | endazer