Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evîndar im] de;

1. piştî berfîn a sîmir rûdan, strana herî serkeftî ya albûma peşk e ku ji bo bîranîna bro omerî hatiye amadekirin. di destpêka stranê de, kerem sevinç jî bi fîtiyan hewayeke xweş dide stranê.





ji derdê evîna yarê

perîşan im, min sed eman

ji beyanî ta êvarê

şaş û gêj û wek serseman,



heta ku ez te nebînim

maçek ji lêvan nestînim

pê sedsalan neqedînim

qet namirim û esselam.



evîndarê çavên belek

pora tarî, biskên xelek

bro omerî wisa gelek

dil şa dike bi xeyalan.



ka em herin omeriya

li nav bax û hûrdeviya

tu bibî diya sebiya

ew çax mirin li ser çavan.



01.08.2016 01:30 ~01:31 | endazer