Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hayv kahraman] de;

2. navê xanimê heyv e wekê din tu eleqeya wê bi kurdîtiyê re nîne.. min li ser înternetê derheqê heyv xanimê de têra xwe ger û geşt û sorf kir malpera wê ya fermî, bloga wê, hesabê wê yê facebookê, xala wîkîpediyayê ya derheqê wê de û gelek malperên forûman yên derheqê wêne û wênesazan de lê derheqê kurdîtiya wê de tu tişt bi ser bêjinga min neket.. ez bi xwe ji wêneyan zêde fêm nakim min çavên xwe li çend wêne û xebatên wê gerandin lê tişteke seyr û balkêş bi ber çavê min neket.. tenê bi navê fragmented state xebateka wê heye yanî dewleta parçebûyî dema ez çav bi vî navî ketim ez jê hêvîdar bûm ku derheqê kurdistanê de be.. lê heyhat heyf û sed mixabin.. tenê bi çend gotinên girover ku tu kes jê naêşe û nagire ser dilê xwe rexneyên li ser dêv li dewletên emperyal digire û hew!



08.09.2013 20:51 | endazer