Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sånger från andra våningen] de;

1. fîlmeka sînemayê ye. sala 2000î bi derhêneriya roy andersson, bi hevkariya denmark-norwêj-swêdê hatiye çêkirin. çêkirina fîlmê 4 salan dom kiriye, pirraniya sehneyan li stûdyoyan hatiye kişandin. û vêca bi kamereya sabît. wekê songs from the second floor, ikinci kattan şarkılar ji bo Îngîlîzî û tirkî hatiye wergerandin.bi kurdî û kurmancî em dikarin bêjin; stranên ji dev û dengê duyemîn.

fîlma yekemîn ya trîolojiyê ye, piştî wê; You, the Living (2007) û A Pigeon Sat on a Branch Reflecting on Existence (2014) tê.

cureyê fîlmê drama-komedî(mîzaha reş) hatiye destnîşankirin. lê min di fîlmê de ji qeswet, bêhntengî û aciziya pê ve tiştek nedît. fÎlm ji sehne û sekansên ji hev cuda û bi serê xwe pêk tê. yanî mirov nkare behsa senaryo û sînopsîseka hevgirtî bike. ji imdbê 7.7 puan standiye û xelata taybet ya jûriya cannesê jî tê de bi dehan xelat wergirtiye. belkî ji ber xatirê puanê imdbê û belkî ji ber xatirê wan xelatan min fîlm nîvco nehêlişt, bir heta serî. lê heta çû serî hindik mabû bifetisim. her sehneyeka fîlmê metaforek bû ku tu hemû galeriyên hunera modern yên dinyayê deynî ser hev nikarî biwate û pênase bikî. min çend gotarên li ser vê fîlmê xwendin, dibêjin, fîlm rexneyeke tund e li ser civaka ewropî ya îroyîn, di fÎlmê de rûyê hemû karakteran spîçolkî ye, tu dibêjÎ qey bi tebeşîrê spî krine, dîsa hema bêje hemû karakterên fîlmê de kalemêr û pîrejin in, destê pirraniya karakteran de desmalek spî. di rûyê hemû karakteran de tirs, qeswet, nediyarî.

yên derûnî û esabiyeta wan nesaxlem divê xwe ji vê belayê dûr bêxin hey nexwe di serî de anksiyete gelek belayên dilî û ruhî wê destê xwe li deriyê we bidin. an; hevalên hûn j wan hez nakin, wekê ciza hûn dikarin vê fîlmê ji bo wan pêşniyaz bikin belkî.



ligel hemû nexweşiyên fîlmê gelek kêfa min ji vê sehnê re hat;



10.08.2016 22:56 ~23:00 | endazer