Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tergan] de;

1. marqe û firoşgeheka pêlavan e, min dgo qey biyanî ye lê paşê min ferq kir ku mareqeyeka tirkan e. ev du car in çavên min kor dibin, ji vir pêlaveka nubuk dikirim û herdu car in jî poşman dibim. cara ewil, min hefteyekî pêlav kir lingê xwe de, cihde deforme bû te digo qey ev saleke di lingê min de ye, min xwest biguherînim an li wan vegerrînim lê qebûl nekirin, ez jî çûm cem lijneya navbeynkar ya miştêriyan (tüketici il hakem heyeti) û bi daxwaznameyekî têra xwe ajîtatîf -xwudê zane çi qas rondik barandine di ber xwendinê re - derdê xwe ji wan re got, di nav sê an çar hefteyan de bersiv hat ku dikarim pêlava xwe bi pêlaveke din biguherînim. paşê dîsa xwudê çavê min kor kir û dîsa çûm min pêlavek nubuk ji vir kirrî -mîratê bi rastÎ jî pêlavên wan gelek spehî û estetîk in û lingê mirov xweş lê rûdine- û dîsa pêlav deforme bû, û bi xwe re nabînim bipey bikevim.



10.09.2016 04:32 | endazer