11. navê ekol û pirtûkeka teoriyê ya rênas jiyan e.. berî her tiştî di warê nivîs û fikriyeta kurdî de bi taybetî ya li bakurê kurdistanê de tişteke nipûnû ye.. li nav berhemên wêya kurdî ya li bakurê kurdistanê de emsalê vê pirtûkê nîn in.. û wekê her tişteka nû normal e ku bertekên neyînî bikişÎne ser xwe.. lê şiroveyên neyênî yên ku heta niha li ser vê pirtûkê hatine kirin, kifş e ku ne li gorî naveroka pirtÛkê lê li gorî ezber û klîşeyên qalibgirtî ne.. ev du roj in min dest bi pirtûkê kiriye û heta vêga û vê saetê min 30 rûpel jê xwendine tevî ku pirtûkeka teoriyê ye, lê mirov jê aciz nabe, zimaneke taybet yê poetîk yê rênas jiyan heye, ev ziman berê di gotarên xwe yên di pirtÛka xwe ya ceribandinê ya bi navê ji şevê re çend têgehên dera hanê de jî bikar anîbû.. min temamê pirtûkê nexwendiye, ji xwe piştî ku ez pirtûkê xitim bikim ez ê bi dorfirehî fikra xwe ya li ser pirtûkê û çirûskîzmê binivîsim.. lê dema min şiroveyên li jor yên ku dibêjn çi îşê rênas jiyan bi felsefeyê û psîkanalîzê re heye, bila here helbestan binivîse dît, ez pê aciz bûm, ev yek neheqîyek e mezin e hem li renas jiyan û hem jî li wêjeya kurdî.. ji ber ku îro di nav nivîskarên kurd ên ji bakurê kurdistanê de bikaribe bi vî karê ku rênas pê ve rabûye ve rabe, her dîsa rênas jiyan e.. berê ji bo rehmetiyê arjen arî jî digotin bila çÎrokan nenivîse, çi îşê wî bi çîrok û çîvanokan heye bila here helebstan binivîse, lê wekê ku ji çîrokên rehmetî dixweyin, di warê çîrokbêjî û çîroknivîsiyê de tu kes nikare avê li desta bike.. li gorî min firşik û haveynê nivîsê îlham e û helbest jî îlham bi xwe ye û heçÎ kesê ku xwudê tealaa kerema xwe û îlhama xwe pê re kiribe di warê nivîsê de her cure û celeb jê tê.. |
|
25.01.2014 18:13 |
endazer
|
9. rênas jiyan di paşgotina mexzena xwînê de dibêje: |
|
17.10.2013 22:42 |
endazer
|