Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ol û mezhebên koreya başûr] de;

2. dibêjin keça seroka terîqetekî bi hênceta ez ê te bi ruhê diya te re bidim axaftin, seroka dewleta koreya başûr xistiye nav lepê xwe de û gelek nas û dostên xwe -tê de jîgoloyê xanimê jî heye- di post û kadroyên giring yên dewletê de bicih kirine. gelek axaftinên serokdewletê ji destê vê xanimê derketine, dîsa li ser daxwaza vê xanimê gelek qanûn hatine derxistin filan.
heta dîsa li gorî îdîayekî keştiya ku tê de nêzikî 300 zarok hebûn li ser şîret û tembiyên vê keça seroka terîqetê bi zanebûn noqav kirine û bûne serê sebeba kuştina 300 zarokan.
xelkê koreya başûr bi rastî jî hiş û aqilê xwe bi meseleyên dînî û metafîzîk ve xwarine, ji bo belavkirina ol û mezhebên xwe heta bi diyarbekir jî hatine.
ji xwe yên fîlmên koreya başûr temaşe kiribin, ji wan nabehitin û namÎnin ecêbmayî.



03.11.2016 20:50 | endazer