Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aşpêjxaneya molekûler] de;

1. an bi navê xwe yê din molekûler gastronomî, yanî bi rê û şêwazên zanistî çêkirina xwarinê. cara ewil salên 1980î zanyareke frensî yê bi navê herve this bi pey mereqa xwe ketiye û ev têgeh li dû xebatên xwe hiştiye. di vê aşpêjxaneyê de, ji dêla amûr û metodên kevneşopî û hunerî amûr û metodên zanistî tên bikaranîn. yanî şûna tifik, beroş, miqilik, kevçî; tûpên cerbê, kovik û boriyên cam, û malzemeyên din yên laboratuvarê tên bikaranîn. dîsa wek metod şûna pijandin, kelandin û cemidandinê; metodên wek ekstraksiyon, dîstîlasyon, fîltrasyon tên bikaranîn. ji bo nimûne, bi nîtrojena avî di çend kêliyan de xwarin tê qerisandin, bi pêlên dengên ultrasonîk tê pijandin.
di vîdeoya jêr de nimûneyeke biçûk ya vê aşpêjxaneyê heye, heçiyê xwedî sebr û mereq dikare temaşe bike.




16.11.2016 02:35 | endazer