Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vahdettin ince] de;

1. nivîskar, wergêr û siyasetmedareke kurd e, sala 1961ê li navçeya wanê, ercîşê, li gundê pêrtaxê xwudê daye. li zanîngeha ataturkê ya li erziromê, beşa ziman û wêjeya erebî û farisî xwendiye. ez ne xelet bim heta niha sê pirtûkên wî yên çapkirî hene.

Bir Kürt Sosyolojisi Denemesi Kürdinsan (weşanên beyan, 2016)
kürdüm ohal'de türküm (weşanên beyan, 2016)
kürtleri bekleyen tehlike (weşanên beyan, 2016)

û ji zimanê erebî û farisî ji bo weşanên nûbihar, doz Û çend weşanên din ên li ser xeta tirk-îslamê pirtûk wergerandine tirkî.
di hilbijartinên giştî yên 2015ê ji nav lîsteya akpê ji bajarê wanê di rêza sêyem de bûye namzedê parlementeriyê. û nehatiye hilbijartin.
trt kurdî jî di nav de li ser gelek tvyên di destê akpê de wekê şirovekar derdikeve û diaxive. herî dawî li ser cnn türkê di bernameya şirin payzınê de, di ser pêşniyazqanûna akpê re hatibû, û piştgirî dabûye bi egera şerîeta îslamê jî rê didiyê, ew pêşniyazqanûn ku dixwaze mêrên ku bi keçikên biçÛktir ji 18ê salî re zewicîne û ketine hebsê, ji hebsê derxîne.
û tabî ji raya giştî ya kurd û tirk liqayî gelek rexneyên tund û tûj û tehl hatibû.



20.11.2016 21:44 ~21:46 | endazer