Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tara caf] de;

7. kêliya dî ez liqayî wêneyekê xanimê hatim, min ne wezinandiye lê lamikên wê yanî hinarikên rûyê wê her yek 5 kêlo goşt tê heye.. maşelleh dema dikene dêmên wê digihin hev û dev û lêv di nav dêmên wê de wenda dibe..



07.10.2013 23:43 | endazer

5. tatar keça tataran! xuşkên min ên tatar jî hene.. heta li şirnex mezintirîn êl û eşîr ya tataran e.. lê bi dilê xwe asîmîle bûne û çendî bi temamî qoricî bin jî bi kurdî diaxivin û ji kurdan zêdetir bi edetên kurdî ve radibin.. lê bi qewlê abbas ehmed mesele ne ev e! belê tara xan xwedawendeka mûzîkê ye.. û li gorî min lutf û kerem û nîmet û mûcîzeyeka xwudê ye ji bo me kurdan.. berê min di hevpeyvîneka pê re hatî kirin de xwendibû digot li nexweşxaneyeka taybet an klînîk baş nayê bîra min bi çenga xwe û stranên xwe nexweşên psîkolojîk terapî dikim.. û digot ne ji mêj de ye ez hînî jenîna çengê bûmê.. û digot bizanebûn hemû stranên xwe bi zaravayê hewramî dibêjim û distirêm.. erê ka bistire lê!



17.09.2013 06:11 | endazer

2. jina ku bi dengê xwe û çenga xwe dikare hespekî hêçketî jî terapî bike û têhna ax û welateke qerac û qelişî dane û bêhna teng û biqeswet ya gelekî bindest jî aş û avreşandî bike..



28.08.2013 05:21 | endazer