Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [detachment] de;

1. fîlma dawîn a derhênerê amerîkî tony kaye yê ku bi fîlma american history x li cîhana sînemayê deng vedabûye.. di fîlmê de aktor û aktrîstên navdar û serkeftî yên wekê adrien brody, marcia gay harden, christina hendricks, bryan cranston, lucy liu û james caan dileyîzin.. fîlmê ji gelek festîvalên navneteweyî yên fîlman xelat wergirtiye..

fîlm rexneyên tûj û dijwar li sîstema perwerdehiya dibistanên li amerîkayê digire û berê kadrajê dide ser alozî û arîşeyên ku wekê tumorekî hebîs laş û giyanê xwendekar û mamosteyên li dibistanê vegirtiye.. fîlm bi replîkên xwe bi jest û mîmîkên lîstikvanên xwe bi rastî jî hêjayî behs û pesn û wesfê ye..ji ber mijara xwe wek întîbaya ewilîn dibe ku fÎlmên klîşe ku her wextî tê de hêma û temayên wek xwendekarên berdûş û beredayî yên travmaxwarî û mamosteyên îdealîst yên ku di derba pêşîn nayên hejêkirin lê di dawiya fÎlmê de xwendekar daw û delinga wan bernadin hene bîneran re çêbe.. lê ev fîlm ji fîlmên din ên ku ji aliyê tez û mijara xwe ve di heman klasmanê de ne gelekî cihêtir û çêtir û serkeftîtir e..

di nav fîlmê de ji nivîskar û helbestvanên meşhûr alber camus û edgar allen poe jî pasajinin hene.. hêj gelek tişt hene ku divê mirov derheqê fîlmê de bêje lê divê pêşiyê ji bin wê hewas û atmosfera depresîf û melankolîk ya fîlmê derkevim.. axirê heçiyê bikaribe fîlmê bidest bixe bila xwe jê nehêle û lêvên xwe lê şirr neke.. the end..



28.08.2013 05:13 | endazer