Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brusk56] de;

57. ez bûma min selahiyata dengdanê nedidayê. ferqa aqilê wî yê siyasî û ya çûkekî nîne. gava dî min xwend camêr di peyama xwe de dibêje, divê êdî em qebûl bikin ku em û tirk em mecbûr in bi hev re bijîn, çima? ji ber ku öcalan welê dibêje..

mereq e ji bo min öcalan bêje çi, wê bêje na lo ne ew qas jî?!



05.04.2015 03:40 | endazer

42. ne ji pkkê ne ji siyasetê tu tiştî fêhm nake..

bila qenciyekî li xwe û li civata tirşikê bike û here çend pirtûkên derheqê siyaset û pkkê de bixwîne.. ji pirtûkan qesta min tenê ne serok û sokrates an sümer rahip devletinden demokratik uygarlığa ye tabî.. * eger en yekî serhişk î xeber bi sera nakevin be ez karim sond bixwim piştÎ xwendinên xwe ji fhêtiyan wê bê û hemû peyamên xwe yên derheqê siyaset û pkkê de jê bibe.. *



18.06.2014 02:57 | endazer

39. nivîskarê ku riya rast dÎtiye, nizanim kîjan peyam bû, lê wextekî min di peyameka xwe de gotibû eger em bixwazin tirşik pêş bikeve û popûler bibe divê em stratejiya adnan oktarê şivanê pisîngan bidin ber xwe.. êdî heçî kesê ku dixwaze tiştekî bifiroşe kurdan, divê faktor û effekta jinê ya li ser kurdan, bi kar bîne..



22.04.2014 04:00 | endazer

34. min îro li polîklÎnîkên nexweşxaneya zanîngeha dîcleyê dît, ûnîformek spî wergirtibû, li nav korîdora polîklÎnîkan xwe ba dida û ji wê ve dihat, em liqayî hev bûn me silav û çaxerê li hev de û em ji hev bihurÎn..



25.03.2014 19:25 | endazer

28. nivîskarê ku divê ji camêrekî dersa ergatîviteyê bistîne..

û nivîskarê ku divê bes xwe ji bo pkk aciz bike û biqehirÎne, ji ber ku ji nîvî bêtir bertek û rexneyên ku ji bo pkkê tên kirin rasterast ne li pkkê lê li pêgirtî û pêketî û sempartîzanên ku dilxwede bi ser navê pkkê hereket dikin, bi ser navê pkkê gefa kuştinê li xelkê dixwin, bi ser navê pkkê xelkê belesebeb û beleheq bi xeynetî û bêbextiyê îtham dikin, bi ser navê pkkê cih li xelkê teng dikin, bi ser navê xelkê dixwazin qebûl û qalibên xwe li ser xelkê ferz bikin, bi ser navê pkkê otorîteya xwe li ser xelkê bicih bikin e..



23.02.2014 14:25 | endazer

8. camêr xweş dinivîse lê zêde rîjîd, sekter û agresîv e.. ji xwe nivîskar û moderatorê duyem yê tirşikê ye.. birayê simurg56 e.. ji xwe pêşiyê wê navê tirşikê kardeşler sözlük danîbûna paşê ji ya xwe poşman bûn û tirşik her wek tirşik ma..



23.10.2013 00:17 | endazer