Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rengo rengo boyaxkirina kuça hunerê ya amedê] de;

9. yek ji nav kesên ku di boyaxkirinê de cihê xwe girtî li ser facebookê hevalê min e.. Û xwudê ji bihêlê ji bavê re kurd e û kurmanc e.. camêr di facebooka xwe de dibêje me bi heljkeftina hatina roja aşitiyê kolan boyax kir.. lê mebest çi jî be ev proje ji bin qûna tirkan derketiye.. û em kurd jî mixabin hîn dûvik û terriyên rojeva tirkan in.. wek di vê meseleyê de jî diyar û berbiav dibe.. ji xwe kengî kurdan rojeva xwe çêkin û ber û bala xwe bidin ser meseleyên xwe hingî kurd jî ji bindestiya xilas dibin û kurdistan jî azad dibe..



11.09.2013 13:57 | endazer

2. dema min îro kolan bi wan rengan dît bindestî û xwelîseriya kurdan hate bîra min.. kurdên ku serê xwe bi êş û problemên xudan û serdestên xwe diêşînin.. kurdên ku hay ji rojeva kurdan û kurdistanê tunînin lê dizanin serdestên wan kengî li kû derê tirrek nizanim çend desîbel kiriye.. kurdên xwelîser.. kurdên ku berdestk û xulam û xinamên serdestên xwe.. kurdên dil dayîn kêr û kîr û qefesa dijminên xwe..



31.08.2013 20:00 | endazer