Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rexne] de;

11. Di pirtûka ponijîn de rênas jiyan rexneyê gelekî baş pênase dike û pêwistiyên ji bo rexnegiriyê xweş rêz dike. Di nav van pêwîstiyan de;
- rexnegir mijara rexneyê her çi jî be divê xwedî zanîneke berfireh be û ji bilî mijara rexneyê divê serwextî gelek lewn û dîsîplînên cuda jî be.
- rexnegir divê ne ji ber ku di karekî de têkçûye, bi ser neketiye û bi hestên tolhildanê nêzî rexnegiriyê bibe û dest bavêjiyê.
- rexnegir divê kesayeteke wî ya têr, tijî û têgihiştî hebe ku di rexneyên xwe de êrîşkariyê neke.
- mebest ji rexnekirinê rastkirin, başkirin û pêşvebirin e.
- rexnegir divê ji hejêkirin û nefretê wêdetir, ji egoya xwe bêrî bi helwesteke zanistî û ji subjektîvîteyê dûr bêyî ku xwe bixin navendê erênî û neyêniyên mijara cihê rexneyê bînin pêş.
- divê rexnegir fikrên xwe li ser mijara rexnê ferz neke. Di vir de mînakekî ji mîtolojiya greka kevn dide. hûtek hebûye, mêvanên xwe gelekî baş diezimîne û di xwarin û vexwarinê de tiştekî ji wan kêm nake. lê dema razanê mêvanên xwe dibe ser textê razanê û mêvan eger kin be wan radikişîne û eger dirêj be jî wan didewsîne û bi vî awayî ji bo li textê razanê biguncin wan li qeys û qalibê textê razanê tîne û dikuje.

Rênas Jiyan ji bo rexnegirên ne ji ber daxwaz û hilbijartina xwe lê ji ber girr û rik û nefretekî dest avêtine rexneyê û rexneyan wek çekekî bikar tînin dibêje rexne-girr û dîsa ji bo rexnegirên bi hestên xwelîserî û bindestiyê ji bo kêfa serdest û desthilatdarên xwe yên gurr bînin bi navê rexneyê berhemên bindestan biçûk dixin jî navê rexne-gurr li hev aniye.



19.03.2022 20:10 | endazer

1. rexne li rex me tune! lê özeleştiri hetta sibê oqyanûs..



31.08.2013 19:55 | endazer