Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [beyannameya ciwanên kurd ji bo firat cewerî] de;

5. Nivîskar kurd û kurdînivîs yên rexneyan lê digirin kurd û kurdînivîs lê têkiliya wan ya ligel hev û beyanname bi Tirkî ye. Û bi ser de jî bi tirkîyeke ecêb û ecemî. Min bi xwe tu pirtûkên Firat Cewerî nexwendine, dema hesabê min ê twitterê hebû carina min didît bi piranî bi Tirkî dinivîsî, ewî û muhsîn kizilkaya ji hev re xweş dikirin û ez ne xelet bim li ser trt kurdî bi hev re bernameyek çêdikirin wî wextî. Di beyannameyê de min tu şûn û şopên rexneyeka edebî nedît. Tenê ew îbareya "berhemên wî tim xwe dubare dikin" heye ew jî dişibe wê te dît hin kes hene beşek tenê jî ji rêzefîlma lostê temaşe nekirine lê dema di civatekî de peyv tê li ser rêzefîlmê ji bo ji hevalên xwe kêm nemînin dibêjin "lost sonlara doğru çok bozdu." Û berê peyvê bi hevalên xwe ve dikin.
Ne Firat Cewerî nas dikim ne jî yek ji wan ciwanik û ciwanmêrên xudan îmze, lê bi qasê ji ziman û naveroka beyannameyê xuya dike tu ferqa wan ji hev nîne. Ciwanên me jî dixwazin wekê Firat Cewerî nanekî ji navê nivîskariya zimaneke qedexe bixwin û bi vî navî cihê xwe li ber dilê xanimên Tirkî û Ewropî çêkin, tevil kokteylan bibin, derkevin ser sehneyan. Lê ciwanên me ji bîr dikin karîyer -karê te eger qûnalêsî jî be- ne karê du sê roja ye, jê re sebr divê, xebat divê, melaqî û xwelîserî divê.
Bi hesûdî û zikêşî û çavnebariyê kar naçe serî.
Zanim her yek ji wan ciwanan dilê xwe dibijîne jiyana Firat Cewerî, lê tiştekî ji bîr dikin ew sekn û helwesta ku ji Firat Cewerî dixwazin û ew şert û mercên ku dilê xwe dibijîninê bi hev nakin û nikarin bên cem hev. Bi kurt û kurmancî An xew e an kew e! ;)



27.04.2017 22:02 | endazer