31. ser xêrê hejmara didoyê derketiye.. |
|
20.05.2014 23:58 |
endazer
|
24. û kovara ku ji aliyê enstîtuya kurdî ya stembolê ve bi hênceta ku pirraniya kesên ku vê kovarê derdixin di kurdolojiya artukluyê de masterê dikin anku master kirine, hatiye vederkirin.. |
|
14.02.2014 01:10 |
endazer
|
23. kovara ku ji lijneya rêveberiyê çend camêr û ciwanikek ji ber egerên navxweyî, jê îstîfa kirine, û li gorî dengûbehsan wê bi navê rexneya wêje û rexneyê kovarekî nû derxînin.. henek li aliyekî kovar di vê hejmara xwe de wê bi hevpeyvîna xwe ya ku ligel rexnegirekî kurd ê ji sovyeta berê û bi çend wesîqeyên xwe yên surprÎz ku cara ewil wê di kovara wêje û rexneyê de çap bibin, û dîsa bi wergera çend tekstên teorîk yên li ser karakterên berhemên wêjeyî û bi meqalatên xwe yên ji zaravayên din ên kurdî yên wekê soranî û zazakî yên ji qelema nivîskarên nas û berketî û bi hîn gelek nûçeyên din yên xêrê dê bigihe ber destê xwendevanên xwe.. li hêvîyê bin, jê nemînin! |
|
14.02.2014 01:08 |
endazer
|
19. kovara ku navê min jî tê de dibihure.. |
|
19.01.2014 18:06 |
endazer
|
4. kovara ku destek ê xwe biriye ber guhê xwe û destê xwe yê dî jî li tizbiya xwe ya kehrîbar xweş dike hindik maye ku wekê tavika biharê bibare.. xof û tirs ketiye dilê hemû nivîskarên kurd ka vêca dora kê ye.. îcar kî li ber devê top û tifingên kovarê ye.. îcar wê xweliya reş bi serê kîjan feqîro û belengazê/î de bikin.. dîqet! hay ji xwe hebin! li xwe miate bin! bi qewlê pêxasên amedê ayix olun.. we hew nêrî kovarê bi pişta stûyê we re jî girt û hûn dan ber rexneyên zanistî û analîtîk.. |
|
11.09.2013 00:17 |
endazer
|