Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cairokee] de;

1. komeka mûzîka rockê ya misrî/erebî ye. ji herdu peyv ango navên cairo (kahîre, serbajarê misrê) û karaoke pêk tê. kom ji pênc hevalên hev ên mektebê pêk tê (bi kurt û kurmancî: koma pênc hevalan ) sala 2003ê ava bûye. lê piştî şoreşa 2011ê ya misrê deng vedaye û hatiye nasîn. bêtir jî herdu stranên wan yên bi navê ''Sout El Horeya" (The voice of freedom, dengê azadiyê) û "Ya El Midan" (Oh you, the Square, meydano (bêjin dijber bila bê û li ser zayenda peyva meydanê jî mijarekÎ veke, zû de ye deng jê nayê), û bi gotinên xwe yên protest cihê xwe di nav dilê muxalîfan de xweş kiriye. di strana ya el midan de xanima bi navê aida el ayoubi ku ew 20 sal bûn deng û dilê xwe ji gotina stranan şûştibû, tevil komê bûye û bi wan stirhaye.
strana wan ya bi navê kol haga beta'ad gelek xweş e. biçekî dişibe strana summer wine ya xanima lana del rey lê biçekî ne zêde.





18.05.2017 23:35 ~23:36 | endazer