Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd idol] de;

3. dawiya heftê min ji hevalekî seh kir, li ser youtubeê min berê xwe da çend vîdeoyên vê bernameyê pêşiyê şaş û metel mam pişt re kêfxweş bûm, cara ewil e, dibînim kurd bi profesyonelî karekî dikin. navên ji bo jûriyê danîne navên pir baş in, nizamettin ariç, mazhar xaleqî, ednan kerîm, bîjen kamkar. ji min bipirsîna ez jî ji van navan zêdetir dûr nediçûm.
stûdyo û mûzîsyenên ku li pişt namzedan lê dixin jî pir baş e.
bi salan berê li ser denge tvyê pêşbirkek bi vî awayî hebû kemalê amadê jûrî bû, dema min ev bername dît ji ber xwe de ew bername hat bîra min, bername li ber dilê min biqedr û qîmettir bû.
pêşbazên derdikevin ser sehnê jî cihê şaşwaziyê ne ji bo min, hem dengê wan pir xweş e hem jî wekê ku bi salan e li ser sehnê bin, sehnê bi hostayî bikar tînin.
bawerim kurdên başûr êdî dikarin bibin dewlet, ji ber ku dewletbûn xwerêkxistin e û ji bo xwerêkxistinê jî bi profesyonelî karkirin divê, kesên zana û kalîfiye divê.
yekî bi navê bane şîrwan heye 16 salî ye, ji slêmaniyê ye, xwudê bihêle pir şirîn e.
û yek jî cengîz heye dengê wî jî pir xweş e û di gîtarê de jî hosta ye. favoriyên min ev herdu ne.



23.07.2017 14:38 | endazer