Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [deftera bîranînan] de;

2. wesîqeyeke baş e ji bo dîtina pêvajoya pêşketina mirov û guherîna têkiliyan di navbera hevalan de. dema lîseyê biçekÎ jî bi zor û pêkutiya hevalan ez jî bibûm şirîkê rûpelên vê defterê, demekî dirêj ji bîra min çûbû, piştî salan carekî ji nişkê ve dema ez li malê li tişteke din digeriyam ev salname bi ber çavê min ket, rûntiştim û di carekî de min hemû salname xwend. bi piranî tiştên klîşe bûn, lê mirov her çiqas qalibên amadekirî bikar bîne jî bivê nevê şûn û şopekî ji xwe tê de dihêle. kêfa min ji wan şûn û şopan re hat. min xweziya xwe bi wan rojan anî.
û serpêhatiyeka min a li ser vê salnameyê;
hevalek hebû ji sinifeke din hej keçikekî dikir, keçikê jê xwestiye ku di salnameyê de ji bo wê tiştinan binivîse. ew jî hat ji min re go, ez nizanim çi binivîsim, tu dikarî şûna min tiştinan binivîsî? min jî go erê û tiştin nivîsandin. navê keçikê ezgî bû, hingî jî min hej peyvbaziyê dikir û di cihekî de şûna ezgî min harmonî bikar anî. axirê hevalê min nivîsê teslîmî keçikê dike, keçik dixwîne dibêje zehf kêfa min jê re hat, lê harmonî çi ye min fêhm nekir. feqîro di cihê xwe de lal dibe, nikare tu bersivekî bidiyê, di navberê de hat, helkehelk bi ser ketibû, pirsa harmoniyê ji min kir, min jî jê re got, qederekî dirêj bi hev re derketin bûn dergistî û navê keçikê harmonî ma. ;)



14.06.2017 03:18 | endazer