Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îsot] de;

3. tez û îdîaya keça kurd ya li etîmolojiya vê peyvê;



''Mamosta nivîsiye ku ev peyv ji (îs)+(sot) hatiye pê. Bêjeya (îs) hilbûn, ango pêketin, her wekî di van peyvan de helgîrsa (hel-gîr-sa) û dagîrsa (da-gîr-sa). Ango peyva helgîrsa ji wan sê parçan pêk hatiye. Lê, paşê dibêje (îsa) li vir bi manaya hilgîrsan û pêketin hatiye û sot jî ji sotan. Lê, ez jî dibêjim, diyare ku peyv ji (î+sot)pêk hatiye. Angoya peyva(sot) xuyaye ku ji sotin hatiye, ango şewat. Dimîne tîpa(î). Dibe ku ev tîp bermaya bêjeyeke dî be, an jî ji tîpeke dî hatibe guhertin. Tîpa(î) di peyva îro, îşev de heye. Ev tîp diyare ku ji bermaya navê nîşankî ye, bi angoya ev şev an jî vê şevê hatiye. Di farisî de jî navê nîşankî (în) heye, gelo bermaya vê bêjeyê ye? An gelo ji navê nîşankî ev , hev û paşê îv û li dawiyê bûye (î), ji ber ku ev , hev û îv bi bêjeya şev re an jî bi a roj re giran tên. Dibe jî ku ji bermaya tiştekî sot(tûj) hatibe û li dawiyê peyva(tiştek) nemabê, lê tîpa tewangê ku(î)ye mabê û bi vî rengî peyv bûbe îsot. Di zimanê me de tîpa (a) jî weke pêşgirekê bi hin peyvan re hatiye, wek, arenc (arênc) ku peyv ji (a+renc) pêk hatiye. Ji ber ku arênc navê hin girêkan ku ji west û rencekê di bin çengên mirovan de çêdibin. Mirovek ku karekî west bi dest û çengên xwe dike, şevê arênc tavêjin binçengên wî û çeng û cihê wan girêkan hemî diarihe, diqerimin. Dibe ku renca laş û çengan hemî di wan girêkan de kom dibe. Ku mirov xwe rehet kir û ew west nema ew girêk jî diçin. Dayik ku bi şîre û zaroka xwe li demeke dirêj (rojekê) şîr nede singên wê tejî şîr dibin û arênc di bin çengên wê de bi rengê çend girêkan çêdibin. ''

ew mamosteyê ku di nivÎsa xwe de behsa dike cemal nebez e..



15.04.2015 13:12 ~13:12 | endazer

2. derheqê etîmolojiya navê vê nebat û xurekê de du tezên muxtelîf hene.. yek jê ya sevan nişanyan e ku dibêje peyv bi eslê xwe ji tirkî ye û ji herdu peyvên ısı û otê çêbûye.. ısı germî û ot jî giya ye di kurdî û kurmancî de.. û çend zimanzanên kurd jî dibêjin na ezbenî willehî kok û binyada vê peyvê ji heft bav û bavpîrê xwe de bi kurdî ye û ji sojtinê çêbûye.. vêca kî rast dibêje û kî ji qûna xwe divirvirîne ellahû e'elem.. wekê din ji vê nebat û xurekê re li deverên din ên kurdistanê hîçhar û bîber jî tê gotin..



03.09.2013 21:44 | endazer