Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazer] de;

154. ne pozbilind e belkî biçekî ''bêpakî'' û ''bêperwa'' be..



19.04.2015 22:36 | endazer

151. hêj wê dema ku alîgirên pkkê ji bo biçûkxistin û heqaretkirinê dijberên pkkê anku kesên ku rexneyan li siyasetê pkkê digirin li ser twitterê bi navê kurdonot etîket dikirin û dilxwede tevz û tinazê xwe bi wan dikirin, wekê bersiv peyva qantirkê li hev aniye û di tirşikê de jî mijar lê vekiriye..

hej şer û dijûnan nake, lê şer û dijûn jî jê kêm nabin, ji ber xwe de tu carî dijûn û heqaretan li tu kesî nake, heta ku yek dernekeve dijûn û heqaretan lê neke, ji xwe li jêr mijara qantirk jî li ser rexneyên elegez û simurg56 bêyî dijûn û heqaret bersiva xwe daye, lê dema dîtiye mele ehmed rasterast dijûn û heqaretan jê re dike, tişta hatî ber dêv ji xwe texsîr nekiriye, peyama dawîn ya mele ehmed nedîtiye, nexwe dîsa tu sitar û mehwar li ber nedihêlişt..

zimanê wî tûj e erê û têra xwe dijwar e jî lê ferqa rexne û heqaretê zane, li hemû deran kî pirr be û kî desthilatdar be tişta ji wan re edet ji xelkê re qibhet e, ji ber wê gelek caran rexneyên piçûk heta pirs û mereqên edetî jî yên xweyî hêz û desthilatdar li cem xwe wekê heqaretê qebûl dikin, tirs û endîşe û perwa wî ji tu kesî nîne, tişta rast dizane dibêje, çawa li cem misilmanekî tu bêjî muhemed ne pêxember e ji xwe re heqaret qebûl dike lê di eslê xwe de ne heqaret e tenê qebûlnekirinek e, bi wî hawî li cem alîgirekê pkkê jî tu bêjÎ apo zilamê mîtê ye, li cem xwe heqaret qebûl dikin..

hêvî heye canik û camêrên bÛn şahidê şerê vê taliyê û ji dijûnên wî êşiyayî dilê xwe negirin, hej şer û dijûnan nake, lê şer dijûn bela xwe jê venakin..



16.04.2015 00:53 ~00:59 | endazer

139. silavên germ ji bo xendeka rengîn *

hêj wê roja ku min dawî li jiyana xwe ya tirşikê anî, min hemÛ ew zanyariyên derheqê şexsê xwe de yên li beşa profîla nivîskar jê biribûn ji xwe û ya dî jî min soza pirtûkekî dabû camêrekî û jê re şandibû ji bo bizanibim ka ew diyarî gihiştiye ber desta an na ''ji nişka ve'' hatim û ketim tirşikê piştî ku min zanî pirtûk bi silametî gihiştiy ber desta cardî derketim.. di nav peyamên min de têra dinyayekî zanyariyên şexsÎ hene ji xwe yên mereq dikin dikarin berê mereqa xwe bidin wir.. berÎ tirşikê min hemÛ hesabên xwe yên din yên sanal û li ser sosyal medyayê rawestandibûn ji xwe, çend carekî min xwest bela tirşikê jî ji xwe vekim lê min dikir û nedikir destê min jê nedibû, taliyê min çend hêncet ji xwe re çêkirin û dawî li nivîskariya xwe tirşikê jî anî.. bawerim ev (bnr:onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip/56877) peyama min a dawîn xelet hatiye fêhmkirin, naxwazim şerh û şiroeveyeke nû jê re bifesilînim û vê peyamê jî ji tamê derxînim, tenê dikarim û dixwazim vê bêjim di wê peyamê de hîç îma û îronî û mesajeke sergirtî nîne.. neyse ez çûm, emanet qencî, haj xwe û tirşikê hebin!



20.02.2015 06:16 | endazer

101. xelata xwe ji bo nivîskarê 21. hêlaye, lê nizanim nivîskarê 21. stand an na, eger erê kîjan pirtûk stand?



14.06.2014 22:38 | endazer

87. hem ji ber îş û emelê dinyayê û hem jî we ya rast bivê dilê min biçekÎ ji tirşikê û her tişta derheqê kurdî û kurdîtiyê de sar bûye, êdî carinan bi xwe re nabînim bi kurdî jî biştexilim..

heta qederekî ez ê ne li van erda bim, rojekî dema ez hatim û min dît qenebe kurdên li vir yên kurdîaxêv û kurdînivîs hevsarê xwe ji destê sÎmsarên siyaseta kurdî de derxistine, û bi aqil û îradeya xwe ya azad, bêyî tirs û komplks dikarin ya dilê xwe bêjin, belkî dîsa wekê berê bitirşikînim, hem belkî heta hingî peyamên simurg56 ji yên min bibihurin.. *



05.05.2014 02:21 | endazer

81. dibêjin ser xatirê naziman, mirov diçe ser dînê kafiran, lê vexwarina ereq an tişteke dî ya bialkol ji bo min hema bêje ne mimkun e, tenê ne ji ber hesasiyetên dînî û îtîqadî, ji biçûkatiyê ve di dilê min de li hemberî alkolê tirs û antîpatiyek heye.. di lÎseyê de wextekî li otêlekî kokteyla lîseyê hebû, normalde alkol qedexe bû, lê hevalan bi xwe re anîbû, yê dixwest vedixwar, axirê min jî wekê sêwiyekî xwe dabû quncikekî, hevalek hat di desta de sêniyek û di sêniyê de jÎ çend qedehên tijî kola hebûn, go endazer, tu venaxwî? min go ka bîne, ez devê xwe şil bikim, axirê çawa min qurtek jê vexwar, tamek tirş li devê min geriya.. min go we çi kiriye di nav vê de, biçekî soromoro bî, li ber xwe ket, go wileh min nedizanî, qey hevalan votka xistiye tê de.. tabî çawa min navê votkayê bihîst dilê min hat ber devê min, îsk û qulpikên vereşanê hatin min, ez çûm destşokê wê şevê min çi xwaribe min hemû vereşand, tayekî ez girtim, kotek û sed bela pê teqsiyekî min xwe gihand wargehê.. û du rojan di nav nivînan de mam, piştî wê rojê li cihê ku ez çav bi alkolê dikevim, ez jê direvim..

di nimêja îniyê de jî serbest î, tu bikî jî û nekî jî bi kêfa xwe yî, ji min bi xwe re ne xem e.. *



24.04.2014 04:17 | endazer

63. hin tişt hene fitrÎ û tabiî ne, yanî ne li ser îrade û îctîhada me mirovan e, û hi tişt jî hene opsiyonel in, di dawiya lêpirsÎn û lêgerîn û lêkolînê de mirov bi ser ve dibe,

li gundekê kurdistanê ji dêûbaveke kurd ê misilman xwudê dame, pêşiya pêşîn xwe wek evdekî ji evdên xwudê dibînim û pê re insanek ji nav insanên din û pê re xwe wek misilmaneke sunî î şafiî û pê re jî kurdistanî û kurd û kurmanc û cizîrî û ewênî û kurê bavê xwe!



ji van aîdiyet û nasnameyan yek tenê jî ne min hilbijartiye, insaniyet dan û lutf û keremeka xwudê ye ji bo min, kurdistanîbûn û kurdbûn û kurmancbûn jî ayetek (hucurat, 13.) ji ayetên xwudê ye.. û îslamiyet anku misilmanetî jî Îkrameka (îkram û kerem ji yek kokî ne) malbatê bû.. heta ku nebalix bûm, min bêyî pirs û bêyî hişmendî rojê pênc danan jê dixwar, lê piştî ku balix bûm û min karî ez bîr bibim û li ser tiştinan bifikirim, îkramên din jî tam bikim û li naveroka îkramê bipirsim, ez dirêj nekim piştÎ xwendinên xwe, pirsên xwe û çûnûhatinên xwe -ku hê jî berdewam in- bi dilek têr û tetmîn û mutmeîn wek dîn û rê û bawerî min îslamiyet ji xwe re hilbijart..



heta ji min tê ez ji pencereya heq û heqîqet û edaletê li meseleyan dinêrim.. ji xwe li gorî baweriya min dema mirov bi meyzînên dinyewî yanî bi siyaset û îdeolojiyan insanî li meseleyan binêre, mirov nikare ji nav û ji heq derkeve.. di hîsîyat û hesasiyetên xwe de ji dinyaya xwe ya biçûk destpê dikim, yanî dema du zarok bi hev re bigirÎn, kÎjan nêziktir be, pêşiyê bi hawara wê ve dibezim..



ûsluba min belkî hişk e erê lê min çêr û heqaret nekiriye tu kesî.. bi qasê ku tê bîra min, min ji bo öcalan gotiye taşeron, bi xwe di vîdeoyên xwe de bi zimaneke serîh dibêje, û min gotiye dişibe adnan oktar.. û min ji bo teyyîb gotiye teyyîbê sergolik.. wekê dî eger min di peyamên xwe de heqaret li kesekî kiribe, ez dikarm lêborî jê bixwazim û peyama xwe sererast bikim.. ez bi xwe bikar nayînim lê li gorî min gûxwarin biwêjeke argoyî ye, ne heqaretek e.. yanî mirov nikare jiber vê biwêjê dawa heqaretê li tu kesî veke.. ji bo min bi xwe jî di bin mijara endazerê de îthameke bi vî rengî heye endazer/7572.. û wekê dî ji ber fikrên min ên siyasî yên di tirşikê de têra dinyayekî bi riya peyamên taybet dijûn û heqaret û tehdîd ji min re hatine û têne, di bin mijara endazerê de jî çendek ji tehdîdên sergirtî hene ..



bi qasê ku ez dibînim û dixwînim öcalan piyon û taşeronek e - ji xwe ew bi xwe jî di vîdeoyên xwe de dibêje- dewletê hêj serhildana şêx seîd destpê nekirî, çawa plan danî çend fîrar û mehkûm bi ser şêx seîd de rêkirin û bi vî awayî jî kir ku qiyama şêx seîd ber bavêje û negihe tu encamekî, welê jî dewletê öcalan bi ser kurdan û partiyên kurdan de rêkir.. rexne eger tiştek potansiyela başbûn û rastbûnê tê de hebe tê kirin, yanî ez dikarim rexneyan li poetîkaya berken bereh bigirim lê öcalan hewceyî û hêjayî rexneyê nabînim, bi nivîsên xwe yên li ser öcalan û li ser kadroya rêveber ya pkkê dixwazim ku kurd li hemberî xefk û lîstikan hişyar bin, li xwe miqate bin, hevsarên xwe û îradeya xwe nexin di destê tu kesî de û nehêlin ku tu kes bi kabên çongên zarokên wan qumarê bilîze..



li cem tirkan edet û biwêjeke bi navê eğreti gelin heye, nizanim di nav kurdan jî heye an na, li ber dilê min kurdistan bûk yanî qehbika dinyayê ye, heçiyê hatiye, xwe pê kiriye mêr, têr jê xwariye, dilê xwe pê xweş kiriye, bêhna xwe lê fireh kiriye, û lêdaye çûye..



û di platformên tirkî de û li cem hevalên xwe yên tirk min têra dinyayekî rexne li dewletê girtine, lê di tirşikê de ez dewletê rexne bikim çi ye nekim çi ye, û ji xwe behskirina mêtingehbûna kurdistanê û bindestbûna kurdan ma ne rexneyeke bi serê xwe ye,

ma her gav û seet divê ez strana ''em avêtin zindanan lo dilo, lo diloo? bêjjim.. *



16.02.2014 02:15 | endazer

52. rast e, ji kom û komîte û komeleyên li ser netê bi ser navê kurdî, ku eger hêjayî qeydkirin û arşÎvkirinê biibÎne, çi li ber desta bikeve, tîne û di tirşikê de qeyd dike, eger ew tişta ku ji derinan werdigire û di tirşikê de qeyd dike, xwediyê wê diyar be, ji xwe destnîşan dike, wek nimûne; tengezarê marînî carinan di rûpela xwe ya li ser facebookê de helbestinên bijarte yên şairên alman yên ku bi xwe werdigerîne kurmancî, belav dike, min çend carî wergera wan helbestan ligel navê wergêrê helbestan di tirşikê de qeyd kiriye.. heçiyê dixwaze dikare kontrol bike, dîsa wek nimûne; abdulkadir bingöl li ser hesabê xwe yê facebookê carinan peyv û bêje û gotinên pêşiyan yên xweserî devera botan belav dike, ez jî wan yeko yeko wek mijdar di tirşikê de qeyd dikim, lê ji bo her mijarekî nîşandana çavkaniyan sergêjiyê bi xwe re tîne, dîsa di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de, berê hefteyê carekî min hemû parvekên di komê de analîz dikirin, ji parvekan biwêj û gotin û bêje û qalibên ku di ferhengan de peyda nabin, min dianî û di tirşikê de qeyd dikir, lê di bin her mijarekî de nîşandana çavkaniyan ne mimkun e.. ji dêla wê, min di mijara koma zimanê kurdî de, behsa feyde û meziyetên vê komê kiriye..

bi çavekî rût dema mirov li meseleyê binêre, belkî ya ku ez dikim wek dizî bixweye, lê tiştên ku ez ji hirde û wirde werdigirim û di tirşikê de qeyd dikim, ne ji bo hesabê xwe yê şexsî lê ji bo ku ew tişt di nav dehlîzên tarî yên înternetê de wenda nebin ez vê yekê dikim.. meseleya destnîşankirina çavkaniya hinek mijaran jî wek min li jor behs kiriye, bi temamî ji ber zehmetî û bixwerenedîtiniyê ye..



09.02.2014 02:46 | endazer

15. li cem wan li cizîrê dema yek dibêje xwîna min li filankesî ditevize tê wê wateyê ku xwîna min li wî kesî dikele an ez hej wî kesî dikim an kêfa min ji wî kesî re tê an ez di dilê xwe de ji bo wî kesî sempatiyekî xweyî dikim.. karayilan çi ji kê derxistibe ew xistiye di wî de jî..



20.08.2013 21:49 | endazer

4. endazer pratîzekirina peyva endazyarê ye.. endazyar jî wekê ku malûmê herkesî ye kesê ku bi karê endaze an pîvanê ve mijûl e anku kesê ku dipîve an hesaban dike ye.. bi tirkî mühendis û bi îngîlîzî jî engineer e.. peyva erebî, tirkî û ya kurdî ji peyva endaze an hendeseyê hatiye darêjtin ku peyveke ji binemala zimanên îranî ye û muhtemelen hind û hindam û hingiya kurdî jî bi vê endaze û hendeseyê ve eleqedar e..



03.06.2013 15:44 | endazer

1. bi qasê ku ji sernavên vebûyîn û entryên hatîn nivîsîn dixweye nivîskarê sêyem yê vê ferhenga înteraktîv e.. ya bi xêr!*



03.06.2013 06:23 | endazer