Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazer û emre uslu] de;

3. (bnr: beni anlamıyorsunuz)

(bnr: nifşên nû yên kurd yên ku bi dezenformasyonên pkkê mezin bûne)

mixabin heta niha ji rexneyên xwe yên li ser siyaseta rêveberên pkkê û cirnexweşî û firştengî û zirzî û serhişkî û bêtehemûliya sempatîzanên pkkê min bersivek tenê ku bêje birako tu xelet î û şaş difikirî û çewt dibêjî rastiya wê jî ev e negirtiye.. bes çêr û heqaretên di tam û tandansa fÎlmên recep ivedik de.. bi bi Îtham û etîketên xeynetî û bêbextî û xwefiroşiyê.. bapîrekan ji berê de gotine xweyê fisê bi xwe dihese yên hetta êvarî di koçk û serayên saziyên ku emre uslu jî tê de karker û karmend e rûdinin û ''bi kabên çongên zarokên kurd bi qumarê dileyîzin..'' li ser xwîn û xwêdana zarokên kurd bazara mîsaqê millî û demokratîk cimhuriyet û konfora qûna xwe û nizanim çi quzzilqurtê dikin radibin û rûdinin behsa kurdîtiyê û yekîtiyê dikin.. yekîtiya ku divê herkes di bin sî û sîwan û ban û bandora zÎhniyet û mantalÎteya wan a çelexwarî û berovajî de li hev bicive û bibe yek.. we ji mûcahîdên elnusra û elqaîdeyê jî bihorand.. heçiyê ne ji me be derî me ye û li dijî me ye.. we rewşenbîr û ronakbîr nehêliştin di nav kurdan de.. yên wek karî ji xwe we kuştin yên me mayîn jî ji qehra kezebreşî bûn.. li lÎsteya reş ya pkkê binêrin hûn ê fêm bikin ka ez çi dibêjim.. apê mûsa û mehmed uzun û şivan perwer û nîzamettin ariç û û..



2013.09.07-13:33 | endazer